Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xelata Qiloçê Zêrîn dan derhênerê kurd

18/06/2018
in Uncategorized
A A
Xelata Qiloçê Zêrîn dan derhênerê kurd
Share on FacebookShare on Twitter

Derhênerê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê, Telal Dêrikî di Mîhrîcana Fîlman a Krakovê de di beşa belgefîman de bi fîlmê xwe yê li ser zarokên di nava şîdet û kuştina DAIŞ´ê de tên mezinkirin ê bi navê ‘Ji Bav û Kuran’, Xelata Qiloçê Zêrîn wergirt.
Di belgefîlmê de Telal Dêrikî li Sûriyê bi kamerayê çûye nava DAIŞ´iyan û xwe weke alîgirê wan nîşan daye, hevaltiya wan dike. Lewma kariye here meydanên şer û rahênanên wan ên leşkerî bi kamera tomar bike.
Komîsyona Nirxandina Mîhrîcana 58´emîn Mîhrîcana Belgefilman a Krakovê, ji ber vî karê serkeftî, derhênerê kurd weke kesekî bêtirs wiha pênase kir: “Di nava cîhaneke dirinde de mirovekî çavnetirs.”
Di 58´emîn mîhrîcanê de wekî din belgefîlmeke din a ji Kurdistanê jî hat pêşkeşkirin. Fîlmê derhêner Hogir Hirorî yê bi navê “Deminer” (Hilkerê Mayinan) ku serpêhatî û lehengiya pêşmergeyê şehîd, Faxir nîşan dide, di mîhrîcanê de hate pêşandan.
Ev fîlm jî ji aliyê temaşevanan ve bi başî hate nirxandin. Piştî pêşandan, der barê fîlmê de ji kesên amade, xwendekaran re minaqeşeyeke hate pêşkeşkirin.
Juriyê der barê fîlmê Telal Dêrikî got ku ew gelekî behsa DAIŞ´ê dikin lê qet xwe nagihînin û derhêner xwe gihandiye wê dinyayê û bi zimanekî derasayî yê sînemayê kariye trajediya wan zarokan vebêje.
Di mîhrîcanê de wekî din xelata Ejderê Ejderan (ejder nîşaneke bajarê Krakovê ne) ji derhêner Sergei Loznitsa re çû ji ber alîkariya wê ya di pêşxistina belgefilman di asta cihanî de…KRAKOV

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.