Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê, dêra Maroniya a xiristiyan talan kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, kirinên xwe yên li Efrînê yên weke dizî, talankirin, revandina sivîlan, eşkencekirin û guhetina demografiya herêmê didomînin. Li gel van binpêkirinan jî şaristaniya ku vedigere 3 hezar salan rûxandin û deverên dîrokî û pîrozgehên Êzidî û Suryan û Elewiyan xirab dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Dêra Maroniya ya xiristiyan ya li gundê Beradê a navçeya Şêrawa piştî ku tiştên dîrokî yên te de talan kirin dest bi kolandina hundirê dêrê kirin.
Dagirkeran di êrîşên xwe yên li ser Efrînê de dêrên Mar Maron û ya Jolyanus ku kevintirîn dêrên xiristiyanan di cîhanê de hilweşandin. Dîroka avabûna herdu dêran vedigerin sedsala 4. berîzayînê.
Çeteyan hefteya derbasbûyî de navenda Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê rûxandin û peykerê Zerdeşt teqandin, her wiha pirtûkên tê de şewitandin…ANHA






