Cotkarên gundewarên Tebqayê dest bi berhevkirina sebzeyên havînê kirin.
Cotkarên gundê El-Cirniyê ya herêma Tebqayê dest bi berhevkirina sebzeyên havînê kirin.
Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta dagirker a Tirkiyê de ku ev bûye 8 meh in dodome, her wiha derketina gelek stasyonên avê ji xizmetê bû sedem ku berhemên îsal li beramberî salên derbasbûyî pir kêm be.
Her wiha baran û lehiya ku di dawiya buharê de bariya hişt ku gelek berhem zerarê bibînin.
Cotkar Elî Salih wiha got: “em berheman berhev dikin, dişon û pişt re dixin tûran. Beşek ji wê difroşin bazarên herêmê û ya zêde ji herêmên din re dişînin.”ANHA






