Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan wê têk biçe

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Erdogan wê têk biçe
Share on FacebookShare on Twitter

Cîgira Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Efrînê Cîhan Mihemed derbarê hilbijartinên ku wê di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyê çê bibe û derbarê pergala ku Erdogan li Tirkiyê ava kiriye diyar kir ku bi pergala yekperest demokrasî nayê avakirin û got: “Siyaset û pergala ku dewleta tirk bi salane dide meşandin her dem nasnameya gelê Kurd hedef girtiye û gelê kurd qetil kiriye. Divê gelê Kurd ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bibin yek û li dijî pergala ku gelê Kurd hedef digire bisekinin.”
Cîgira Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Efrînê Cîhan Mihemed derbarê hilbijartinên ku dê di 24’ê Hezîranê de li Tirkiyeyê çê bibe û derbarê pergala ku Erdogan li Tirkiyê ava kiriye anî ziman ku her dem ji aliyê îktidara AKP’ê û yên berî wê destkeftiyên gelê Kurd hedef hatine girtin û got: “Divê em wekî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de xwedî li sindoq û vîna xwe derkevin.”
Cîhan Mihemed da zanîn ku Erdogan ji bo gelê Kurd ji hev qut bike û têk bibe êrîşî Efrînê kir û got: “Dema ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê çûn ser sindoqan divê êrîşên Erdogan ên li dijî Efrînê ji bîr nekin. Erdogan di şexsê Efrînê de êrîşê gelên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê kir. Divê em wekî gelê Kurd ên çar parçeyan bibin yek û li dijî êrîş û qirkirina dagirkeran derkevin.”

ÊRÎŞÎ VÎNA GELÊ KURD KIRIN

Cîhanê anî ziman ku hêzên navneteweyî û Erdogan bûn yek û êrîşî vîna gelê Kurd kirin û wiha dewam kir: “Ji bo dagirkirina Efrînê Tirkiye, Rûsya, Îran, Amerîka bûn yek û êrîşî nirx û vîna gelê Kurd kirin. Hêzen Navneteweyî û Erdogan di şexsê Efrînê de nirx û vîna gelê Kurd ê li ser çar parçeyên Kurdistanê hedef girtin. Niha jî di mijara Minbicê de Amerika û Tirkiye bûn yek. Loma divê gelê Kurd van bûyerana baş bixwînin û ji bo Erdogan li ser Rojhilata Navîn diktatoriya xwe berdewam neke divê em hêza xwe bikin yek û li ser her çar parçeyan têbikoşin.”
Cîhanê bi lêv kir ku dê Erdogan bi yekîtiya Gelê Kurd têk biçe û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Bila Erdogan û yên ku tevî wî tev digerin baş bizanibin ku gelê Kurd dê li ser xeta azadî, aştî û têkoşînê berxwedana xwe bidomîne û nehêle ku Erdogan bi ser bikeve.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.