Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mezlûm Ebdê: Divê em destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacdar bikin

05/10/2020
in Uncategorized
A A
Mezlûm Ebdê: Divê em destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacdar bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Deniz/ANHA -1-

 Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê got “Armanca sereke ya dewleta Tirk ew bû ku xaka me dagîr bike û bike Tirk. Ev êrişên dagîrkeriyê jî bi “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ku ji çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê berhev kirine û di nava lîsteya terorê de ne, dan kirin.”

Di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re salek derbas bû. Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdê diyar kir ku wê salê sûcên çeteyan yên dagîrkerî, guhertina demografiyê, asîmîlasyon û hwd baş hatine dîtin û bang li sazî û hêzên navneteweyî kir ku bikevin nava hewldanê.

Ebdê bal kişand ser peymanên bi Emerîka û Rûsyayê re yên di pêvajoya dagîrkirina herêmên navborî de û diyar kir ku ew dewlet berpirsyariya xwe bi cih naynin û ji wan xwest ku berpirsyariya xwe ya garantoriyê pêk bînin.

Mezlûm Ebdê li ser dagîrkirineke nû ya muhtemel jî wiha got: “Çi dema dewleta Tirk firsendê bibîne, bêguman wê êrişeke dagîrkeriyê ya berfireh bide destpêkirin. Ji ber wê divê em ji aliye siyasî û leşkerî ve amade bin. Niha em xurt in, ew jî qels in. Hem hevsengî û hêzên navneteweyî û herêmî li gel me ne. Ji ber wê dewleta Tirk hema wisa li gorî dilê xwe nikare dagîr bike.”

Ebdê got yekîtiya gelên herêmê roj bi roj xurttir dibe û aliyên dixwazin vê têk bibin encamê bi dest naxin. Ebdê mînaka Dêrezorê da û diyar kir ku piştî kuştina şêxên eşîran gel li dora QSD’ê û Rêveberiya Xweser kom.”

Têkildarê hevdîtinên PYNK û ENKS’ê jî Mezlûm Ebdû got QSD garantoriya hevdîtinan dike û hevdîtin erênî ne û bawer dike ku bi demê re wê yekîtiyeke mayînde pêk bê.

Hevpeyvîna ANHA ya bi fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê re wiha ye:

Di ser dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî re salek derbas bû. Bûyerên di vê sala derbasbûyî de çêbûyîn, hûn çawa dinirxînin?

Ev sala ku di ser êrişên dagîrkeriyê yên dewleta Tirk re derbas bûye, nîşan da ku hincetên dagîrkirinê pêş in û armanca sereke dagîrkirina herêmê ye. Herwiha hat dîtin ku hewl dide polîtîkaya tirkkirinê li herêmê pêk bîne û komên girêdayî xwe çêdike. Ev êrişên dagirkeriyê bi destê bermahiyên çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê ku di lîsteya terorê de ne, pêk ahtin. Dagirkeriya xwe ya li ser van herêman ji bo dagirkirina herêmên din bi kar tîne. Gelek kes birin Lîbyayê da ku di şerê li wê derê de bidin şerkirin. Bi heman armancê birin Azerbêcanê jî. Kurt û kurmancî armancên veşartî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me hebûn û di vê sala derbasbûyî de ew armancan wê jî derketin holê.

Berî êrişên dagîrkeriyê we bi hêzên navneteweyî re peymanek çêkiribû, çima rîayeta wan peymanan nehat kirin, çima DYA’yê wê demê tercîheke wisa kir?

Eger mirov vê rewşê wiha binirxîne wê çêtir be; wê demê ji bo astengkirina êrişan hinek hewldan hebûn. Me heman hewldan kirin. Ji bo ku gelê me nebe qurbana êrişeke dagîrkirinê hewldanên me yên navneteweyî hebûn. Heta ew hewldan wek tifaqê hatin meşandin. DYA jî di nav de hebû. Hinek pêşketin jî çêbûn. Ji bo ku şerek çênebe, çi ji destê me hat, me kir. Konsensusek jî derkete holê. Her çend têra xwe negihaştibe encamekê jî bi qismî kete meriyete. Me peywira xwe bi cih anî. Lê di dawiyê de dewleta Tirk li ber çavê tevahiya cîhanê di serî de dest bi gefan kir û piştre jî êriş kir.

DYA ku dewleta garantor bû û ji bo peymanên ewlehiyê bûbû navbeynkar, li gorî berpirsyariya xwe tev negeriya. Di serî de hinek hewldanên DYA’yê çêbûn, bi dewleta Tirk re hinek lihevkirin çêkirin. Lê belê dewleta Tirk hemû sozên xwe dan aliyekî û êriş kir. Di vê rewşê de divê helwesteke xurt a DYA û dewletên Koalîsyonê li dijî êrişan hebûya. Qet nebe dibe li hewldanên xwe xwedî derketana, lê ev yek nekirin. Di encamê de berjewendiyên xwe ji xwe re kirin palpişt û li hemberî êrişên dewleta Tirk nesekinîn. Berevajî wê, hêzên xwe ji herêmê kişandin.

Divê DYA li biryara xwe xwedî derketa. Divê pêşî li vê êrişê bigirtana. Divê biryareke cidî têkildarî vê mijarê hebûya. Her wekî mi got; berjewendiyên xwe yên sîstematîk derxistin pêş û pêşî li êrişên dewleta Tirk negirtin. Di wê pêvajoyê de me jî daxuyanî dan û diyar kir ku ew biryar şaş in. Me li ser vê xakê li dijî terorê bi hev re têkoşîn dimeşand. Me got ev biryar derbeyeke giran li têkoşîna li dijî terorê dide. Ev sala ku di ser dagirkeriyê re derbas bûye jî nîşan dide bê ka em çi qas mafdar bûn.

Piştî dagîrkirina hêrêmên bakur û rojhilatê Sûriyê gelek danûstandin û lihevkirin çêbûn. Lê dîsa jî êrişên dewleta Tirk nesekinîn û di van rojên dawîn de jî zêde bûne. Divê mirov çawa li van êrişan binêre?

Em vê rewşê her tim ji hêzên navneteweyî re jî vedibêjin. Di navbara Tirkiye û dewletên garantor de peyman çêbûn. Jixwe em di van peymanan de tune bûn. Di navbera DYA û Tirkiyê de li Stenbolê di 17’ê Cotmehê de, di 23’yê Cotmehê de jî li Soçîyê bi Rûsyayê re peyman îmze kirin. Li gorî wan peyamana  divê her du alî jî li gorî peyamanan tev bigeriyana. Li gorî peymanan divê bi demografiya herêmê nehata lîstin. Divê xwe têkilî gelê herêmê nekin. Divê hebûna gelê herêmê nekeve xetereyê. Divê li hemberî sûcên xwe, bi xwe bisekine. Lê mixabin sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li herêmê mubah dibînin. Dewleta Tirk li gorî peymanan divê bi xwe li dijî van sûcan derkeve lê pêşî li van sûcan vedike û teşwîq dike. Heta orgnîzasyona wan sûcan dike. Heke dewleta Tirk bi xwe organîzasyona wan sûcan nekira, ew çeteyên girêdayî wê, nedikarî tiştekî bikin. Ji ber vê yekê di her firsendekê de em tînin ser ziman ku dewleta Tirk li gorî peymanên ku îmze kirine, tev nagere.

Di demên dawîn de ne bi têne li herêmên ku dagir kirine, li ser xeta sînor jî li dijî herêmên me êrişan pêk tînin. Sivîlan digirin, îşkenceyê lê dikin û dikujin. Helbet ev encameke siyaseta giştî ye û pirsgirêkeke cidî ye. Li hemberî vê yekê divê dewletên garantor bibin xwedî helwest û êrişan bisekinînin.

Yanî helwesta wan dewletên navborî dihêle ku dewleta Tirk êrişên dagîrkeriyê pêk bîne?

Ev rastiyek e; DYA û Rûsyayê berpirsyariyên peymanên li Stenbol û Soçiyê pêk neanîn. Em vê yekê her tim tînin ser ziman û rexne jî dikin. Dewleta Tirk bi domdarî hem li ser sozên xwe nasekine hem jî li gorî peymanan tev nagere. Helwesta her du dewletan a li dijî dewleta Tirk jî bi tene di asta pêşniyaran de dimîne. Lê belê divê ew dewlet helwesteke xurt nîşan bidin û divê vê yekê di pratîkê de jî nîşan bidin. Ji ber ku dewleta Tirk sivîl û siyasetmedarên herêmê dike hedef. Saziyên navneteweyî jî ev yek tespît û belge kir. Ji ber ku li dijî dewleta Tirk helwesteke xurt pêk nayê, dewleta Tirk û çeteyên wê bi domdarî êriş dikin. Bo nimûne, ji ber ku helwesteke xurt tune bû, di pêvajoya karantînaya vîrusa koronayê de dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser Hesekê de ku milyonek şêniyên wê hene, av birî. Lê dîsa jî helwesta li dijî dewleta Tirk bi tenê di asta pêşniyaran de dimîne. Lê divê helwesteke hişk hebe û divê çavên dewleta Tirk bitirsîne da ku careke din van sûcan pêk neyne.

 ‘DEWLETA TIRK DESTKEFTIYÊN KURDAN DIKE HEDEF’

Ihtîmal heye ku êrişeke nû ya dagîrkeriyê çêbe? Di rewşeke wisa de li herêmê hevsengiyên çawa wê çêbin?

Niha du rewş hene, divê em wan ji hev cuda bikin. Her tim armanceke dewleta Tirk heye ku êrişeke mezintir bike. Ne wekî ku propaganadaye wê tê kirin; ji ber ku li vir hin dijminên dewleta Tirk hene, êriş nake. Ev dereweke mezin e. Derdê esas ê dewleta Tirk gelê Kurd e. Bi tu awayî naxwazin Kurd li vir bibin xwedî statu. Dewleta Tirk tehemulî mafekî herî biçûk ê gelê Kurd jî nake. Dewleta Tirk her tim dibêje “Me xetayeke mezin kir ku me hişt Kurd dli Başûrê Kurdistanê bibin xwedî statu, em ê vê xetayê li wê derê dubare nekin.” Hêj di sala 2011’an de ev yek digotin. Bi awayekî aşkera ev gotin. Îro jî di çarçoveya vê siyaeteê de hewldanên xwe dikin. Lewma jî heke ji dest bê dê hema sibê êriş bike. Bi tu awayî dewleta Tirk dev ji armanca xwe ya dagirkirina vê herêmê bernedaye. Dema ku ev der dagir kir, bi tenê pêşî li statuya Kurdan nagire, her wiha ji bo siyaseta xwe ya derve jî bi kar tîne û dê bi kar bîne jî. Çeteyên ku dişîne Lîbya û Azerbêcanê, ji vê derê dişîne. Dagir dike, mirovan bi rêxistin dike û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lewma jî divê haya me ji yekê hebe û em her tim bergiriyên xwe bigirin.

Lê divê ev jî bê zanîn; dewleta Tirk ne xwedî wê hêzê ye ku çi tişta bixwaze, dikare bike. Dibe ku wisa nîşan bidin lê rastî ne wisa ye. Pirsgirêkên wê yên pir giran hene. Di hundir de pirsgirêkên wê yên mezin hene. Heke îro êriş pêk tên jî, ne ji ber xurtbûna wê ye, berevajî wê, ji ber qelsiya wê ye. Dewleta Tirk li vê herêmê hema wisa her tişta ku dixwaze, nikare bike. Hem hevsengiyên herêmî vê yekê nahêlin, hem jî amadehiyên me yên dîplomatîk, siyasî, leşkerî destûrê nadin vê yekê. Heke bê pirsîn ku dewleta Tirk dê dîsa êriş bike yan na; belê, çi dema dewleta Tirk firsend dît, dê êriş bike lê ew qas jî hêsan nabe.

 

Post Views: 194
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ
HAJMARA PDF

XETERIYA DAIŞ’Ê Û TÊKOŞÎNA LI DIJÎ WÊ

21/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

21/05/2025
Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo
ÇAND Û HUNER

Pêşengê romana Kurdî; romannivîs Erebê Şemo

21/05/2025
Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e
ÇAND Û HUNER

Zimanê Kurdî nasnameya gelê Kurd e

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.