Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em xwedî li çanda xwe derkevin

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Em xwedî li çanda xwe derkevin
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê Stêrvan Bozan diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ya ji bo parastina çandê planên qirkirinê vala derxist. Stêrvan got, “Niha jî dem dema xwedîdertina li çand û nasnameyê ye. Divê em ji her demê zêdetir xwedî li nirx û nasnameya xwe derkevin.”

Endama Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê Stêrvan Bozan têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li dijî çand û nasnameya Kurdan got: “Têkoşîna gelê Kurd a bi salan û xwedîderketina wan a li çand û axa xwe planên qirkirinê yên Erdogan û yên berî wî, vala derxist.”
Endama Navenda Çandê ya Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê Stêrvan Bozan derbarê qirkirina çandê û êrîşên li ser nasnameya gelê Kurd de diyar kir ku parastina çand, wêje, huner, dîrok û kevneşopiyê bingehek xurt a ji bo têkoşînê ava dike û got: “Gelê Kurd ji ber ku bi salan e ji bo çand, huner, wêje, dîrok û kevneşopiya xwe têdikoşin vê esas digirin loma nehişt ku neyar bi ser bikevin.”
Stêrvan Bozan anî ziman ku xwedîderketina nasmeya neteweyî gelek girîng e û got: “Ji bo em planên qirkirina neyaran vala derxînin divê em di destpêkê de tiştên ku bingeha nasnameya neteweyî

ava dike xwedî derkevin. Ev jî çand, huner, wêje, dîrok û kevneşopiya me ye. Îro li çar parçeyên Kurdistanê êrîşek li dijî çand, huner, wêje, dîrok û kevneşopiya me heye. Mînaka vê yekê herî dawî me li Efrînê dît ku dewleta tirk û çeteyan çawa êrîşî peykerê Hesinkar Kawa û cihên dîrokî kir. Her wiha Erdogan dîsa li Bakurê Kurdistanê dest dirêjî nirxên gelê Kurd kir. Li Bazidê Peykerên Ehmedê Xanî hat hilweşandin li Sêrtê Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan hat valakirin. Li her derê êrîşek mezin li dijî nirx û nasnameya Kurdan heye. Loma divê em xwedî li nirx û nasnameya xwe derkevin.”

EM LI ÇANDÊ XWEDÎ DERKEVIN

Stêrvanê diyar kir ku divê hemû Kurd bêtir li çand û nasnameya xwe xwedî derkevin û wiha dewam kir: “Bi salane ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan polîtîkayên qirkinê dikeve meriyetê. Lê gelê Kurd tu carî dev ji zimanê xwe berneda û xwedî li çand, huner, dîrok û kevneşopiyên xwe derketin. Niha jî dem dema xwedîdertina çand û nasnameyê ye. Divê em ji her demê zêdetir xwedî li nirx û nasnameya xwe derkevin.”
Stêrvanê di dawiya

axaftina xwe de bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û wiha got: “Gelê Efrînê bi têkoşîna xwe li dijî qirkirina çandê sekinînin û niha têkoşîna çand û hunera xwe li Kampên Şehbayê didin. Têkoşîna Gelê Efrînê sembola parastina çandê ye. Ev yek jî girêdana gelê Kurd a ji bo çand û nasnameya xwe derdixe holê. Têkoşîna ji bo çandê ya Gelê Kurd qirkirina li dijî Kurdan vala derxist. Loma divê em wekî gelê Kurd her dem têkoşîna xwe ya ji bo nirxên girîng ên ku nasnameya me ya neteweyî ava dikin, xwedî derkevin…

JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.