Havîna sala 2003´yan li bajarê Franseyê Rennesê mijara Festîvala Sînemayê kurd bûn. Di festîvalê de piştî nîşandana filmê xwe, Behman Qûbadî jî weke qiseker di panelekê de amade bû û behsa fîlma kurd û hunerê dikir. Dema ku behsa huner û sînemayê kir, bi îhtîmam îşaret pê kir ku ji bo hunerê, serxwebûna ji siyasetê girîng e û divê huner û sînema xwe dûrî siyasetê bidin û da nav. Heta gihîşt wê radeyê ku bibêje, lawaziya herî li pêş a sînemaya kurdî siyaset û siyasîbûn e. Lê axaftina wî kir ku wergêra hingê dev ji wergerê berde û jê re bibêje, naxwe tu dibêjî sînemaya te ji ya Yilmaz Guney çêtir e?
Bersiveke ku Behman Qûbadî bide vê pirse helbet nebû. Li aliyê din jî jixwe Qûbadî bixwe, êdî di çarçoveya Îranê de “tenê” filmên “siyasî” çêkirin. Lê niha ez li ser rêya miameleya bi hunerê re weke tiştekî derveyî siyasetê dewam bikim. Li vir siyaset weke siyaseta bendê tê dîtin, ango ya partiyên siyasî. Mirov çavên xwe lê miç dike ku siyaset tiştekî ji bendan û wêde be. Ev têgihiştina li huner wisa dike ku carinan nexasim jî aliyên entelektuel kor bibin li rastiya hebûn, peydabûn û bipêşketina hunerê…Luqman Guldivê-Jêder-e-rojname






