Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em rê nadin Tirk bikevin Qendîlê

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Em rê nadin Tirk bikevin Qendîlê
Share on FacebookShare on Twitter

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya li dijî başûrê Kurdistanê zêde dibin. Pêşmergeyên Dêrîn ên li dijî dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê diyarkirin ku li ser vê xakê wê şehîd bikevin lê rê nadin leşkerên Tirk bikevin Qendîlê û gotin: “Eger leşkerên Tirk bikevin Qendîl wê nekarin carekî din jê derkevin.”

Pêşmergeyên Dêrîn ên li dijî dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê diyarkirin ku li ser vê xakê wê şehîd bikevin lê rê nadin leşkerên Tirk bikevin Qendîl û gotin: “Eger leşkerên Tirk bikevin Qendîl wê nekarin carekî din derkevin.”
Her ku diçe nerazîbûnên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de Pêşmgergeyên Dêrîn serdana Qendîl kirin û diyar kirin ku ew li pişt Qendîl in. Pêşmergeyên Dêrîn piştgiriya xwe ya ji bo çalakiya mertalên zindî yên Ciwanên Welatparêz ên li dijî dagirkeriyê li Qendîlê dabûn destpêkirin, kirin.
Pêşmergeyên Dêrîn têkildarî serdana xwe ji ANF’ê re axivîn.

DIVÊ HEMÛ ALÎ XWEDÎ HELWEST BIN

Hekem Cengijî diyar kir ku ji bo piştgiriya çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û Qendîlê hatine vir û got: “Dewleta Tirk hewl dide ku xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Em ê ji niha û şûnde kar bikin ku welatê xwe azad bikin. Ev demek Başûrê Kurdistanê aram û bi awayê nîv azad dijî, lê di roja me ya îro de dewleta Tirk hewl dide ku dîsa dagir bike. Di pêvajoyeke ev qas dijwar de hikûmet û partiyên siyasî xwedî helwestekî ne diyar in. Di vê hemû alî li dijî dagirkeriyê xwedî helwest û biryar bin.”

BIKEVE NIKARE
DERKEVE

Cengijî destnîşan kir ku ev der Qendîle ti hêz nikare bikeve nav. Em canê xwe li ser vê xakê didin, rê nadin leşkerên Tirk pê li axa Qendîl bike. Cengijî got: “Eger leşkerên Tirk bikeve Qendîl wê nekare derbikeve.”

BANGA LI XWE VEGERÊ

Hekîm Cengijî bal kişand aliyên ku hevkariya dijminê Kurdan dike û got: “Li vir bang li alîgirên hevkarî û sîxûriyê ji bo dewleta Tirk a faşîst dikin ku li dijî gelê xwe êrîş dikin, werin dev ji vê kiryarên xwe berdin. Werin em bi hev re yekîtiyê ava bikin û li dijî dijminê bi salan tê bikoşin. Eger em bibin yek ti hêz nikare guleyekê jî li nav xaka me biteqîne.

HELWESTÊN XWE
ZELAL BIKIN

Pêşmergeyê Dêrîn Omer Kake jî diyar kir ku ew ê heta dawî piştgirî û piştevaniya Qendîlê bike. Kake got: “Ez li vir bang li hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Bexda dikim ku bibin xwedî helwestekî zelal, îro dewleta Tirk a dagirker her roj tê xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê derbas dike. Li gel vê jî her roj di encama bomberdûmana wan de welatiyên sivîl tên qetilkirin.”
Kake bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk a faşîst çawa Efrîn dagir kir, îro dixwaze gund û bajarên Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Ez li vir bang li her kesê dikim ku ketina Qendîl ne hêsan e, her demê Qendîl bûye hêlîna gerîla û pêşmergeyan. Gerîla heta şehîd bibe, çiya û xaka xwe bernade. Li ser vî bingehî bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê dikim ku gerîla ji bo hemû Kurdistanê xebt dikin, werin bibin palpişt.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.