Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK’ê Cejna Remezanê pîroz kir

15/06/2018
in Uncategorized
A A
KNK’ê Cejna Remezanê pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê peyamek weşand û cejna remezanê pîroz kir. KNK’ê got, “Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û azad, cejnên xwe pîroz bike.”

KNK’ê Cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşand.
Di peyamê de hate gotin, “Sibê cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê niha jî berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Li hember êrîşên dagirkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi her awayî berdewam dikin.”
KNK’ê diyar kir ku di pîrozkirina Cejna Remezanê de, sosret ew e ku yên êrîşa dajon ser gelê Kurd, ne bi tenê xwe misilman didin xuya kirin, xwe serok-rêberên misilmanan didin nîşandan. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin ‘misilmanên qenc û xêrxwaz em in’ û bixwazin zalimtiya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.
Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayî ya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.”
Di dawiya peyama KNK’ê de wiha hate gotin: “Em bi hêvî û di wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.