Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê cejn bibe wesîleya hesab pirsînê

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Divê cejn bibe wesîleya hesab pirsînê
Share on FacebookShare on Twitter

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya Cejna Remezanê peyam da û bang li her kesî kir ku xwe ji AKP’ê vegirin.
Di peyama KONGRA GEL de hate gotin, “Em Cejna Remezanê li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn, li temamiya alema Îslamê pîroz dikin. Em hêvîdar in ku cejn ji bo piştgiriya neteweyî û civakî ya gelê me bibe wesîle.”
KONGRA GEL diyar kir ku di nava şert û mercên giran de ew cejna îsal pêşwazî dikin û wiha dewam kir: “Rêber Apo cejneke din di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de pêşwazî dike. Ji 11’ê Îlona 2016’an û vir ve, yanî bû salek û neh meh bi ti awayî em agahiyê ji Rêber Apo nagirin. Ji ber dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî beşeke mezin a gelê Efrînê di nava rewşeke gelekî giran de, beşa din jî li Şehbayê di kampan de bi zor û zehmetî cejnê pêşwazî dikin.
Parlamenter û hevşaredarên ku bi vîna gelê me hatine hilbijartin, rojnamevan, rewşenbîr û bi hezaran siyasetmedarên ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve dîl hatine girtin, li zindanê cejnê pêşwazî dikin.
Ev cejn di nava şert û mercên giran ên Rewşa Awarte de tê pêşwazîkirin. Ji bo cejn bibe wesîleya piştevanî û yekîtiya neteweyî û civakî ya gelê me, divê hemû welatparêz û mirovên têgihiştî bi xurtî bixebitin. Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê divê mûxalefeta neteweyî û civakî bi rêxistin bikin.”
KONGRA GEL bi bîr xist ku Cejna Remezanê di rojên dawî yên karê hilbijartinê de tê pêşwazîkirin û got, “Ji ber vê yekê, di serdan û pîrozbahiyên cejnê de, wê bi taybetî girîngiya vê hilbijartinê ji bo gelê me bê nirxandin.”
Di dewama daxuyaniya KONGRA GEL de hate gotin, “Zilm û komkujiyên ku desthilatdariya faşîst û dijminê mirovan Erdogan-Bahçelî ya li Kurdan û mirovahiyê kiriye, di bîra gelê me de ne. Divê Cejna Remezanê bibe wesîleya hesabpirsîn û rêxistinbûna gelê me ya li dijî van kujerên dijminê Kurdan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.