Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê cejn bibe wesîla heskirin û wekheviyê

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Divê cejn bibe wesîla  heskirin û wekheviyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Yekîtiya Oldaran a Herêma Cizîrê Mele Mihemed Xerzî, diyar kir kesên ku olê ji bo berjewendiyên desthilatdariyê bikartînin wateya meha Remezanê li gor xwe guherîne.
Hevserokê Yekîtiya Oldaran a Herêma Cizîrê Mihemed Xerzî, li ser giringî û wateya meha Remezanê axivî û diyar kir ku mirov di meha Remezanê de nêzîkî xwestekên xuda dibe. Xwestekên xuda jî ji bo mirov ewe ku bi wekhevî, edaletî û heskirin bijîn. Cudahiya mirovan ji hev nebe. Çi netew, çi bawerî û çi mirov be divê xwedî maf û wekheviyê be.
Mele Xerzî balkişand ser rewşa cîhana Îslamê û anî ziman ku di roja îro de misilman dûrî wateya meha Remezanê bûne û got; “Tenê hersalê mehekî xwe dûrî xwarinê dikin û dibêjin elhemdûlîlah me rojiya xwe girt û xilas. Wek barekî li milê xwe dibînin. Lê heqîqeta rojiyê ne ev e. Di temamî îbadetên ku Îslam li ser disekine de, çawa mirov dikare xwe sinor bike û perwerde bike.”
Mele Xerzî destnîşan kir ku ev hezar û çarsed sal in hişê misilmanan li serê wa venegeriya ye û wiha got; “Niha çekên pir giran ku kesek dikare di rojekî de bi sedhezaran kes bikuje ketiye nava gelê misilman. Em dibînin çanda misilmanan û ragihandina misilmanan yek daxuyaniyek ku nêrînekî biratî, wekhevî û aştî di nav de hebe ranagihîne.”
Mele Xerzî diyar kir ku wan dixwest Remezana îsal di nava cîhana misilmanan de wekhevî û aştî hebe û got; “Me dixwest misilman li hev rûnin û li ser pirsgirêkan bi wekhevî û aştîyane li hevbikin. Lê mixabin ev nebû.”
Mele Xerzî dagirkirina Efrînê mînak da û wiha axivî; “Li gelek mizgeftên Tirkan meleyan Qur’an dixwendin û ji bo dagirkirina Efrînê fitwe didan. Melayên wan ji bo dagirkirinê cilên leşkeri li xwe dikirin, diçûn ser sinor û dua dikirin. Ev dide nişandan ku misilman çiqas dûrî olê xwe ketine û ne dîndarin. Mafyayên heşîş û efyonê van karan nakin. Van kesan bi fetweyên xwe karên qirêj kirin. Van kesên wisanmeha Remezanê li gor mirovên xirab guherîn.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.