Rojnameya Ronahî

Ebdî: Rapora komîteya lêpirsînê ya serbixwe beşeke piçûk ya şerê taybet e

Mezlûm Ebdî, rapora komîteya lêpirsînê ya serbixwe ya NY ya derbarê sûcên dagîrkeran yên li Efrîn û Serê Kaniyê de beşek ji sûcên şer bi nav kirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, têkildarî rapora NY ya derbarê sûcên dagîrkeran yên li Efrîn û Serê Kaniyê de daxuyaniyek li ser twîttera xwe weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Rapora komîteya navneteweyî ya serbixwe beşeke piçûk ya şerê taybet e. Yên komên çekdar ku bi nixumandina siyasî ya Tirkiyê li dijî gelê me yê li Efrîn û Serê Kanaiyê pêk tê.

Divê civaka navneteweyî ji aliyên sûcên şer dikin hesab bixwawze, bi cidiyet tev bigere û sûcdaran dadgeh bike.

Têkildarî beşa girêdayî hêzên me: Paşguhkirineke bê sedem ji rastiya ku doza kampa Holê bi girêk û xwedî bandoreke navdewletî heye. Piraniya 84 dewletan qebûl nakin welatiyên xwe yên ji niştecihên kampê pêşwazî bikin. Rêxisitinên navneteweyî jî rola ya xwe ya alîkariyên mirovî kêm kirine. Em diyar dikin ku ku me derbarê rewşên ku di raporê de hatine parvekirin ku hêzên me sûcdar dike, dest bi lêpirînê kiriye.”