Rojnameya Ronahî

Îmarat û Israîlê bi awayekî fermî “Peymana Aştiyê” imze kirin

Li Koça Spî û bi beşdariya serokê DYA Donald Trump, Îmarat û Israîlê bi awayekî fermî “Peymana Aştiyê” îmze kirin.

Ji aliyê Îmaretê ve, wezîrê derve Şêx Ebdullah Bin Zayid El Nehyan û ji aliyê Israîlê ve serokwezîrê wê Benjamin Netanyahu peyman imze kirin.

Herwih wezîrê derve yê Behreynê Ebdulatîf El-Zeyanî peyamana ragihandina piştgiriya aştiyê bi Israîlê re imze kir.

Imezekirina peymana aştiyê li parka başûrê Koşka Spî bi beşdariya 700 mêvanî ji welatên cîhanê pêk hat.

Trump got “Ji bo guhertina herkîna dîrokê em li vir in. Bi saya van her sê welatan em gaveke dîrokî diavêjin da aştî û pêşketin xurt bibe.”

Trump diyar kir ku wê “Israîl, Îmarat û Behreyn sefaretan veguhêzin û bi awayekî xurt bibin hevkar û di qadên weke tûrîzim, bazirganî, tenduristî û ewleyiyê de koordîne bikin.”

Herwiha got, ev gav wê derî ji misilmanên cîhanê re veke ku serdana Mescid El-Eqsa û Israîlê bikin.