Rojnameya Ronahî

Li Idlibê Kirîza Iqtîdara Tirkiyê Tê Jiyîn

Idrîs HENAN

Nêzî şeş mehan di ser lihevkirina herdu serokên Rûsya û Tirkiyê, Pûtîn-Erdogan a li ser Idlibê re derbas bûn. Di 5 Adara îsal de li Moskoyê serokên herdu welatên navborî di derheqê geneşeya li bakur rojavayê Sûriyê ya li Idlibê lihev civiyan. Li gorî tişta bi ragihandinê re hatiye parvekirin, dê li wê herêmê herdu aliyên dijber “Rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê” pabendî agirbesteke domdar bin. Ev yek dê bi dewriyeyên hevbeş ên li ser rêya M4 “Heleb-Laziqiyê” û avakirina herêmeke ewle li ser herdu qiraxên rêya M4 bi kûrahiya şeş kîlometroyan pêkan bûya.
Ji bo berjewendiya herdu aliyan a aborî û di encama lihevkirinên Astana de, gengaze ku lihevkirina Moskoyê, li ser kaxezan, gengeşeya leşkerî û pevçûnên herdu aliyên girêdayî Rûsya û Tirkiyê dabe rawestandin, lê pratîka rojane ya li Idlibê ne li gorî wê lihevkirinê bû. Dijberiya armancên herdu aliyan rê nade ku lihevkirin domdar be. Gelek nakokiyên berjewendiyan di navbera herdu aliyan de hene. Çi li Idlibê û tevahî Sûriyê dibin û çi jî li Lîbya, Ukranya, Ermînya û Azarbîcanê dibin. Dibe ku lihevkirina Moskoyê tevgera balefirên şer ên Rûsyayê heya astekê dabe sekinandin, lê di xala duyemîn a lihevkirinê de “korîdora ewleyî ya bi qasî şeş kîlometroyan a li ser herdu aliyên rêya M4’ ti pratîkeke berbiçav nîn bû. Li gorî lihevkirinê pêwîst bû wezaretên parastinê yên herdu welatan di nava heft rojan, piştî lihevkirina Pûtîn-Erdoan de pîvanên vê xalê destnîşan kirbana, lê ev yek pêk nahat û ne tu kesî jî qalê kir.
Xuyaye ku herdu aliyan tevî nakokiyên xwe yên zêde tenê rêya M4 xistina aramaca xwe. Minewreyên leşkerî yên hevbeş ku li rojhilatî Idlibê pêk hatibûn, rengekî nixumandina nakokiyên herdu aliyan bû. Lê qewimînên li Idlibê û daxuyaniyên herdu aliyan nîşan dikirin ku lihevkirina Moskoyê nikare ji vê zêdetir li ber xwe bide. Berovajî danûstandinên herdu aliyan, îroj xalên leşkerî yên Tirkiyê li Idlibê 60 derbas kirine. Zêdetirî 20 hezar leşkerên Tirk, alavên leşkerî û sîtemên parastina asîmanî yên pêşketî li wir bi cih kirine.
Gelek dosyayên dîtir ên di navbera herdu aliyan de ku bandorê li itîfaqa Idlibê dikin ketine dewrê. Li kêleka Ermînya û Azerbîcanê yek ji girîngtirîn aloziya herdu aliyan ku bazara Sûriyê û Idlibê li ser tê kirin, mudexeleya herdu aliyan a nava Lîbyayê ye. Li Lîbya jî herdu alî di bargehên dijber de ne. Dîsa pêşketin û itîfaqên Bakur û Rojhilatî Sûriyê siya xwe li şiklê têkîliya herdu aliyan dike. Taybet piştî itîfaqa MSD û partiya Vîna Gel li Moskoyê. Tirkiyê vê yekê weke firsend bikar tîne ku jimara hêzên xwe li Sûriyê û Idlibê zêde bike û dagirkeriya xwe mayînde bike. Rûsya jî hewl dide projeya xwe ya kevin û nû ya li dijî bloka NATO bi destê Tirkiyê pêk bîne. Nîqaşên herdu aliyan ên li ser M5 vê dawiyê diyar dike ku herdu alî di bin bandora dosyayên dîtir de nekrîne li hev bikin. Hevdîtinên şandeya Rûsya bi hemtayên xwe yên Tirkiyê re van rojên borî de jî bi bin ketine. Ji xwe wezîrê karê derve yê Tirkiyê Çawîş Oglo ev yek bi zelalî anî ziman û pêvajoya danûstandinan weke ‘Kullek û bêber in’ bi nav kir.
Li gorî çapemeniya Rûsyayê jî, Tirkiyê xwestiye di berdêla Idlibê de bazara Minbic û Til Rifetê bike. Li gorî heman ragihandinê ev yek ji aliyê Rûsyayê ve hatiye redkirin. Ji lew re ev çend rojin hemû kom û girûpên çete yên Tirkiyê li Idlibê li ser banga dagirkeriya Tirk di rewşeke seferber de ne ku pêvajoya siyasî li Idlibê qediya ye û wê dest bi oparasyonên leşkerî bikin ku herdu prêzgehên Hema û Helebê bigirin.?
Diyare kirîza ku faşîzma Tirk li hundir û derve dijî wê dawiyê li iqtîdara AKP û serokê wê Erdogan bîne. Piştî rapora NY (çiqas seranser be jî), helwestên Ewrûpa û raporên rêxistinên mafên mirovan, blokên nû yên li dijî çilekiyên Tirkiyê tên avakirin û dê tevgerên terorane yên AKP-MHP sînordar bibin û dê berxwedan Kurdan û gelên bloka Netewa Demokratîk bi biryardarî bi ser keve.