Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê hesabê yek bi yek bipirsin

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Emê hesabê yek bi yek bipirsin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya HDP’ê bal kişand ser fermanên Erdogan ên li ser Demîrtaş dide dadgerî û YSK’ê û diyar kir ku ev yek sûc e.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, bi sernavê “Serokkomar sûc dike, Dadgeha Destûra Bingehîn jî hiqûqê binpê dike” daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, binpêkirina hiqûqê, sûc û bêûsûlî di dema hilbijartinê de dewam dikin. Daxuyanî wiha ye: “Derbarê namzetê me yê Serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş, 29’ê Gulana 2018’an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin. Dadgehê, roja ku serlêdan hate kirin biryar da ku li gorî xala 73’an a rêziknameya navxweyî serlêdan neyê qebûlkirin.
Lê tiştekî ecêb e; ji bo Birêz Selaheddîn Demîrtaş me li gorî xala 73’an a rêziknameya navxweyî tiştek nexwestine. Daxwaza me ew e ku li gorî xala 68’an a rêziknameya navxweyî, serlêdan zû bê nirxandin. Dadgeha Destûra Bingehîn bêyî ku dosyayê lêkolîn bike, li ser daxwazeke nehatiye kirin biryar daye. Ev yek jî nîşan dide ku dadgeh li gorî fermanê biryarê didin. Ne xema Dadgeha Destûra Bingehîn e ku vê bêhiqûqiya xwe binixumîne. Eşkere nîşan dide ku li gorî fermanê tevdigere. Dadgeha Destûra Bingehîn mixabin bûye dîwana bilind a binpêkirin û bêhiqûqiyê.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku Serokê AKP’ê Erdogan bi navê Serokkomariyê mohra xwe datîne binê mijarên ku eleqeya xwe pê re nîne.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Ji bo namzetê me Demîrtaş nikaribe di çarçoveya mafê xwe yê hilbijartinê yê serbest de bixebite, bi rengekî vekirî fermanê dide gelek saziyan.
Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan di bernameya televîzyonekê de li xwe mikur hat ku wî ferman daye YSK. Erdogan diyar kir ku wî agahî daye YSK’ê û jê re gotiye, axaftina propagandayê ya ku TRT’ê bi Demîrtaş re kişandiye, piştî ku ji aliyê wî ve hate kontrolkirin dikare bê weşandin.
Namzetek li ser axaftina namzetekî din biryarê dide. Ev rewşeke sosret û bêhiqûqî ye ku li cihekî din ê dinyayê nehatiye dîtin. Destwerdana li hilbijartinê ye, sûc e.
Serokê Giştî yê AKP’ê ku li gel her tiştî jî fêhm kiriye wê encama dixwaze nikaribe bi dest bixe, fermanê dide hemû saziyên dewletê û bi vî rengî dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Li pey hev sûcan dike.
Ne karê YSK’ê ye ku şert û mercê hilbijartinê ji bo bi kêrî namzetekî bê bi guherîne. Wezîfeya YSK’ê ew e ku hilbijartinekê amade bike ji bo îradeya gel bi xurtî bandorê li sindoqan bike. Em ê giliyê her sûcî bikin û di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de em ê hesabê wan yek bi yek bipirsin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.