Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Divê Kurd li dijî dagirkeriyê bibin yek
Share on FacebookShare on Twitter

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê PDKS’ê bi daxuyaniyên cûda bang li hikûmetên Hewlêr û Bexdayê kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabin û li dijî dagirkeriya artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê tevbigerin. Her wiha bang li hemû aliyên Kurdî kirin ku kongreya netewî ya Kurdistanê di demeke lezgîn de lidar bixin.
Di çarçoveya helwestên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê û Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê PDKS’ê daxuyanî dan.
Her du partiyan di daxuyaniyên xwe de behsa destwerdanên dewleta Tirk li dewletên cîran kirin û dane zanîn ku Tirkiye hewl dide impratoriya Osmaniyan ji nû ve vejîne û Erdogan weke sultanê nû hilbijêre.
Di daxuyaniyan de hate gotin wê Qendîl bibe goristana dagirkeran.
Di daxuyaniyan de hate gotin ku dewleta Tirk rêbazên herî qirêj li dijî projeya demokratîk a welatiyên herêmê didan meşandin û alîkariyeke mezin bi komên terorîst re dikir da ku projeya welatiyan a demokrasiyê têk bibe. Piştî ku ev planên dewleta Tirk bi saya fedekariya şervanên Azadiyê hatin têkşikandin, niha Tirkiye rasterast herêmên Kurdan li dewletên cîran dagir dike û di dagirkeriya xwe de hemû pîvan û yasayên navnetewî binpê dike.
Di daxuyaniyan de hate got ku hikûmeta AKP’ê û serkêşê wê Erdogan ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdana Sûriyê kir û alozî girantir kir û alîkariyeke mezin bi komên çete yên weke Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê re kir.
Di dawiya herdu daxuyaniyan de kiryarên Tirkiyê li dijî gelên herêmê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li civaka navnetewî kirin ku li dijî van destdirêjiyên Tirkiyê tevbigerin.
Di daxuyaniyan de her wiha bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdî yên herçar parçeyên Kurdistanê hate kirin ku yekîtiya xwe ava bikin û bi yek helwestê li dijî destdirêjiyên Tirkiyê li ber xwe bidin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.