Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê milkên sivîlan talan dikin

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Efrînê milkên sivîlan talan dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan ragihand, li Efrînê ya dagirkirî komên bi ser Tirkiyê ve dest li ser mal û milkên Kurdên sivîl datînin û talan dikin.
HRW’ê bi daxuyaniyekê ragihand li herêma Efrînê mal û milkên Kurdan talan dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, ‘’Komên çekdar ên dijî hikûmetê, çekdarên xwe û malbatên wan li malên Efrîniyan bi cih kirin, bêyî ku tazmînatê bikin xwediyên mal û milk, mal û milkên sivîlan talan kirin.’’
Wekîlê Dîrektorê Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan, a Rewşên Lezigîn Prîyanka Motaparty got, ‘’Artêşa Azad a Sûriyê dema ku kete herêmekê karê wê ne ew e ku dest li ser mal û milkên sivîlên wir deyne û li malken wan bi cih bibe. ‘’
Motparthy got, ‘’Ev çekdar mafê sivîlên bê parastin naparêze, berovajî pergala binpêkirinê didomînin.’’
HRW’yê bi bîr xist ku bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re, li gorî daneyên fermî 137.000 kes ji şûnwarê xwe bûne
HRW’ê bi du kesan re rûnişt ku berê li Efrînê diman û piştre xwe li Qamişloyê girtin. Hate gotin çeteyên OSO’yê dest li ser mal û milkên wan danîne, malê wan talan kirine û ziyana herduyan jî nedane wan.
HRW’ê bi got, ‘’Herdu kesan jî navê komên ku mal û milkên wan talan kirine dan’’ û hate gotin navê van komên çete Ahrar El Şerqiye û Ceyş El Şerqiye ne.
HRW’ê diyar kir ku bi du Efrîniyên din re li derveyî Sûriyê jî axivî ne û got: ‘’Hiqûqa şer talanê û bi zorê desteserkirina milkên şexsî qedexe dike. Ev kirinên wiha ya li herêmên şer, sûcê şer e. Hêmanên şer, bicihkirina malbatên wan jî di nav de, nikarin dest li ser mal û milkên taybet deynin. Hiqûqa şer ji bilî hinceta divêtiya şer nikare ziyanê bide mal û milkê taybet.’’HRW’ê diyar kir ku divê tazmînatê bidin wan kesên ku ziyan gihandine ser mal û milkên wan û kesên ku vegeriyane ser mal û milkê xwe divê mafê wan werin parastin.Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Rakirina mal û milkên taybet ên kesên ku ji şûnwarê xwe bûne, ziyana li ser mal û milkê wan, dibe sedemeke girîng ku ev mirov nikaribin vegerin ser cihê xwe.’’

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.