Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em li Minibicê Tirkiyê naxwazin

15/06/2018
in Uncategorized
A A
Em li Minibicê Tirkiyê naxwazin
Share on FacebookShare on Twitter

Tirkmenên Minbicê diyar kirin ku piştî QSD’ê Minbic ji DAIŞ’ê rizgar kir ew ji her demê zêdetir azad in, jiyana wan aram e û gel wekhev dijîn û anîn ziman ku ew dewleta Tirk li Minbicê naxwazin. Tirkmenan got, “Dema ku DAÎŞ’ê li Minbicê teror dikir, Erdogan û leşkerên Tirkiyê li ku bûn?

Tirkmenên li Minbicê destnîşan dikin ku ji her demê bêhtir ew azad in û dibêjin, “DAÎŞ Erdogan e. Ji bilî terorê Tirkiye tiştekî nade me. Em Tirkiyê naxwazin.”
Tirkmenên li Minbicê diyar kirin ku ew naxwazin leşker û çeteyên Tirk li Minbicê bibînin û destnîşan kirin ku weke gelên Minbicê ew bi hev re bi rengekî azad û wekhev dijîn.
Serokê Komeleya Tirkmenên Minbicê Servet Sabrî anî ziman ku di dema DAÎŞ’ê de Tirkmenên li Minbicê jî mîna gelên din zilmeke mezin dîtin, lê niha bi gelên din re weke xwişk û bira dijîn. Servet Sabrî got, “Dema destpêkê ku DAÎŞ’ê Minbic dagir kir, em li Minbicê bûn. Piştre me nema karîbû xwe li zilma wan rabigirin û em reviyan. Me dît ku DAÎŞ serê mirovan jê dike, êşkenceyê li jin û zarokan dike. Ji bo ji nava lepên DAÎŞ’ê rizgar bibin, em hemû tevlî pêngava rizgarkirina Minbicê bûn. Her wiha fermandarê me yê Tirkmen Botan Tirkmen jî di pêngavê de şehîd bû. Bi desteka QSD/YPG/YPJ’ê me Minbic rizgar kir.”

ERDOGAN DEMA DAÎŞ’Ê LI KU BÛ?

Servet Sabrî da xuyakirin ku wan li Minbicê sîstema xwe ava kirine, bi rengekî xweş dijîn û li ser planên dewleta Tirk ên li dijî Minbicê got, “Dewleta Tirk îdîa dike ku teror li vir heye. Dema DAÎŞ li vir bû, teror hebû. Dema ku DAÎŞ’ê teror dikir, Erdogan û leşkerên Tirkiyê li ku bûn? Dema ku DAÎŞ’ê serê mirovên me yên sivîl, zarokên me, jinên me jê dikir, ew li ku bûn? Çima em rizgar nedikirin? Em guh nadin Erdogan û ti karekî xwe li vir nîne. Em ne wî ne jî çeteyên wî dixwazin. Niha li vir em Ermenî, Ereb, Tirkmen bi hev re di nava aramiyê de dijîn.”

MINBIC ÊDÎ AZAD E

Fatma Tirkmen jî anî ziman ku weke jinên li Minbicê hewl didin birînên di dema DAÎŞ’ê ve vebûn, bipêçin. Fatma Tirkmen diyar kir, di dema DAÎŞ’ê de ew li Minbicê bû, mêr li meydanan dihatin kuştin û serê wan dihatin jêkirin, jiyan li jinan hatibû herimandin û got, “Di dema operasyona rizgarkirina Minbicê de, gava DAÎŞ li vir bû me berê xwe dan nava QSD’ê. Lê belê DAÎŞ’ê rê mayin kiribû. 8 zarokên apê min, xwişk û xizmên min pê li mayinan kirin û mirin. Du pismamên min di destê DAÎŞ’ê de ne û 3-4 sal in em agahiyê jê nagirin. Bi hatina QSD’ê re bêhn hate ber me. Em êdî azad in.”

EM DAÎŞ’Ê Û BAVÊ DAÎŞ’Ê NAXWAZIN

Fatma Tirkmen destnîşan kir ku jinên Minbicî yên ji DAÎŞ’ê rizgar bûne êdî li her qada jiyanê hene û diyar kir, ew DAÎŞ’ê û dewleta Tirk ku bavê DAÎŞ’ê ye naxwazin. Tirkmen got, “Jin êdî dixebitin û meclîsên jinan vebûne. Dema ku şîdet li jinekê dibe, jin serî li meclîsa jinan dide û kî sûcdar be meclîs li gorî wê biryarê dide. Wekî din jin dibin xwedî kar, ji xwe re kargehan vedikin. Yên dixwînin jî dikarin bibin mamoste û li nexweşxaneyan bixebitin. Tirkiye dixwaze dîsa DAÎŞ’ê bîne ser serê me. Ji ber ku ew bi xwe DAÎŞ e. Bavê DAÎŞ’ê dewleta Tirk e. Hatina Tirkikyê tê wateya hatiya DAÎŞ’ê. Em naxwazin Tirkiye bê.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.