Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo hêvî kirin ku hêz û partiyên siyasî nakokiyên xwe daynin aliyekî û bibin yek.
Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo gotin divê partiyên Kurdî berî gavekê refên xwe bikin yek û bigihînin lihevkirineke siyasî, da pêşî li êrişên Tirkiyê yên li dijî xaka Kurdistanê bê girtin.
Bavê şehîd Murşid ku 2013`an li herêma Xeznê ya girêdayî Tirbespiyê şehîd bûbû, Ebdulhelîm Ehemd Hesen bang li partiyên Kurdî kir ku bigihin nêrîneke siyasî ya hevbeş a li gorî xeyalên gelê Kurd.
Ebdulrehman Hac Hesen ku birayê şehîd Selman e ku sala 1993`yan li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bûbû, got gelê Kurd ji dîrokê ve fedekariyê dike û serkeftinên leşkerî bi dest dixe. Lêbelê dagîrkerên Kurdistanê bi sîxur û ajanan wan şoreşan têk dibe. Ji ber wê divê hêzên Kurdî ji dîrokê tecrûbeyan bigirin û hevkariyê bi dagîrkeran re nekin.”
Heyat Silêman ku dayîka şehîd Nûbar ku sala 1996`an li Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bûbû û dayîka şehîd Lewend e ku sala 2013`an li herêma Mezlûme şehîd bûbû û xwîşka şehîd Xalid e, wiha got: “Ji bo pêkanîna armancên gelê Kurd, me nirxên xwe yên herî biqîmet feda kirin. Em îro hêvî dikin ku partî û hêzên siyasî yên Kurdî nakokiyên xwe daynin aliyekî û bibin yek.”