Akademiya Leşkerî li Girê Spî û Minbicê 2 dewreyên leşkerî ku 354 şervan tevlî bibûn bi dawî kir.Li kantona Girê Spî Akademiya şehîd Dijwar dewreya perwedeyê bi beşdarbûna 142 şervanên ji Tebqayê hate destpêkirin. Dewre bi navê Şehîd Merwan Tendûrek hate vekirin.
Di dewreya ku mehekê dewam kir şervananan li ser mijarên dewlemend perwerde dîtin.
Di heman çarçoveyê de Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Leşkerî li Minbicê dewreyeke perwedeya nû bi beşdarbûna 212 şervanan vekir. Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Bi dehan endamên saziyan û komîteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê beşdarî merasîmê bûn.
Dewre bi navê Şehîd Ebdulhemîd Mihemed ê di hemleya rizgarkirina Minbicê de şehîd bû hate destpêkirin. Dewre 15 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn.
Di merasîma dawîkirina dewreyê de Endamê Fermandariya QSD’ê Enter Minbic axivî û anî ziman ku perwedeya leşkerî ezmûnek nû daye şervanan da ku rola xwe di parastina xaka xwe de bilîzin.
Di dawiya merasîmê de şervanan soz dan ku ew ê erka xwe ya parastina herêmê pêk bîn in…ANHA






