Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîteya lihevanînê dozan çareser dike

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Komîteya lihevanînê dozan çareser dike
Share on FacebookShare on Twitter

Gelê Kobanê li dadgehên gel pirsgirêkên xwe çareser dikin, ew pirsgirêk jî bi rêbazên civakî têne çareser kirin. Bi destpêkirina şoreşa rojava re komîteya lihevanînê bi roleke girîng radibe. Dozên xwînî yên li herêma Kobanê bê ku biçin dadgehan ji aliyê Komîteya Lihevanîne ve tên çareserkirin.

Gelê Kobanê berê xwe didin dadgehan da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, ew pirsgirêk jî bi rêbazên civakî têne çareser kirin.
Dozên tolrakirinê yên bi mentiqê eşîretê û pirsgirêkên malbatî yên salên berê li herêmê rûdan, bûn sedema bandoreke neyînî li têkiliyên civakî bike.
Bi destpêka şoreşê re komîteyên lihevanîne hatin birêxistin kirin. Kesên ku ji aliyê civakê ve têne qebûlkirin ciyê xwe di komîteyên lihevanîne de girtin.
Doza gundê Xizênê ya dikeve başûrê Kobanê ji aliyê hemû kantona Kobanê ve dihat naskirin. Ew jî yek ji dozên tolrakirin] ya herî kevne li Kobanê ye. Sala 1989`an di navbera malbata Mihemed Bilo û Berkel Bilo ku her du pismamin û ji êla Kêtikane şer derket. 27 salan di encama şerê di navbera her du malbatan 8 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Rûsipiyên êlên kurdan hewldan ku her du malbatan li hevdû bînin, rejîma Baas a Sûriyê bi zanebûn nedihişt pirsgirêka her du malbatan çareser bibe û nakokiyên wan dijwartir dikirin.
Komîteya Lihevanîne ya kantonê, endamên TEV-DEM`ê û endamên Rêveberiya Xweser berî salekê pirsgirêkên di navbera her du malbatên gundê Xizêne çareser kirin.
Li bajarê Helebê berî 12 salan di navbera malbata Xelef Salih ê gundê Qeremox û Mehyedîn Çemo yê gundê Elî Şar ku dikevin rojhilatê Kobanê şer rûda. Komîteya Lihevanîne ya kantona Kobanê bi alîkariya endamên Meclîsa Rûsipiyên Girê Spî berî du sal 6 mehan li ser vê dozê xebitîn û dawiyê her du malbat li hevdû anîn.
Li dibistana Azad a bajarê Kobanê di navbera welatiyê bi navê Alaidîn Neiman û Mehmûd Mihemed Cûma şer derket. Cûma ji aliyê Neiman ve hat kuştin. Komîteya Lihevanîne jî bi lez ket tevgerê û destê xwe avête pirsgirêke.
Ji 7 endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM`ê û Rêveberiya Xweser li her du malbatan kombûn û pirsgirêka wan çareser kirin.
Di encama pirsgirêka malbatî de hevjîna şêniyekî gundê Babarûşk ku ji gundê Qomçî bû, hat kuştin. Pirsgirêk di navbera malbatan de 5 mehan berdewam kir.
Komîteya Lihevanîne 3 mehan li ser vê dozê xebitî. Herî dawiyê civînek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê lidar xist. Ji Rêveberiya Xweser û ji êla her du malbatan kes tevlî civînê bûn û pirsgirêk hat çareserkirin.
Dozên tolrakirinê yên li herêma Kobanê bê ku biçin dadgehan ji aliyê Komîteya Lihevanîne ve hatin çareserkirin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.