Endamê Komîteya Amadekar a Konferansa Yekemîn a Ciwanên Reqayê Mihemed Xabûr diyar kir ku, armanca konferansê avakirina meclîsa ciwanan û rêxistinkirina wan e.
Komîteya Amadekar a Konferansa Ciwanên Reqayê amadekariya Konferansa xwe ya yekemîn ku di 29’ê Hezîranê dê were li darxistin, dike.
Endamê Komîteya Amadekar Mihemed Xabûr di derbarê amadekariyê Konferansê wiha got: “Di civîna yekemîn a ciwanên Reqayê de, endamên komîteyên amadekar û rêxistinî hatin hilbijartin. Komîte li ser girîngiya û rola Konferansê di rêxistinkirina ciwanan de, civînan li dar dixe”.
Xabûr diyar kir ku armanca Konferansê ew e ku hemî ciwanên Reqayê xwe rêxistin bikin û rola xwe di civakê de aktîv bikin.
Di dawiya axaftina xwe de Xabûr banga vegera welat li ciwanên derve kir û got: “îro welat bi hewcedariya ciwanan e, divê hemî ciwan vergerin welat û tevlî Konferansa Ciwanên Reqayê bibin”…ANHA






