Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa diyar kir ku armanca dewleta Tirk bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, têkibirina desketiyên hemû Kurdan e. Mûsa got, “Erdoganê ku têk çuye êrîşî hemû cih û warên Kurdan dike. Bersiva mezin ya ji bo êrîşan yekîtiya gelê Kurd e.”
Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa diyar kir ku armanca dewleta Tirk bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, binpêkirina îrade û vîna gelê Kurd e.
Mihemed Mûsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Başûrê nirxand û diyar kir ku çawa di êrîşên li ser Efrînê de lihev kirin, niha di êrîşên li ser Başûr de lihev dikin.
Mihemed Mûsa anî ziman ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker binxistina vîna gelê Kurde û wiha berdewam kir: “Xwesteka Tirkiyê ew e ku destketiyên gelê Kurd ku ku li Rojava de bi dest xistine têk bibe. Ji ber wê jî êrîşî bajarê Efrînê kirin. Piştî êrîşên hovanê gûhertina demografiyê pêk tînin. Ji ziman bigre hemû pênaseyên Kurdî qedexe dikin. Lê tiştek ji bîr kirine ku vîna gelê Kurd xûrte û naye şikandin.”
Mihemed Musa di berdewamiya axaftina xwe de jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi riya li hev kirinan dixwaze Minbicê dagir biek û got: “Dewletên navnetewî li gorî berjewendiyên xwe itîfaqan dikin. Lê ev li hev kirin zererê dide gelê Kurd. Bêdengiya dewletên navnetewî jî ji ber berjewendiya ne. Dewletên navnetewî beranberî êrîşên dewleta Tirk çavên xwe digirin. Efrîn dagir kirin, li ser Minbîcê pilanan dikin û niha jî êrîşî Başûrê Kurdistanê dikin. Xwesteka Erdogan ew e ku deshilatdariya xwe li ser hemû gelê Kurd bide meşandin.”
Mihemed Mûsa destnîşan kir bedengiya dewletên navnetewî di êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê diyarker e û xuya dibe bi dewleta Tirk re li hevkirine û wiha dewam kir: “Ev bêdengiya dewleta Iraq û parlementoya li Iraqê diyar dike ku ji êrîşên dewleta Tirk re destûr dane. Ev riya îxanete ye û naye qabûl kirin. Gelê me li dijî wan dê helwestên xwe nîşan bide.”
Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa anî ziman ku rewşa dewleta Tirk bi vî rengî wê nemîne û got: “Di milê aborî, civakî, siyasî hilweşandinek di nava dewleta Tirkiyê de heye. Pisgirêken ku Li hûndir de dijîn, li derve digerin. Kesên ku demokrasiyê dixwazin, xistine girtîgehan. Ev xeniqandin û çemberkirina gel dê teqînekê bi xwe re bîne. Di demên pêş de wê nakokiyên mezin li Tirkiyê derkevin. Heza Erdogan ji ber ku binketiye êdî êrîşî hemû cih û warên Kurdan dike.”
Sekreterê Partiya Çep a Kurd Mihemed Mûsa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bersiva êrîşên li ser her çar perçê Kurdistanê yekîtiya gelê kurd e…ANHA






