Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çar partiyên Kurd wê destekê bidin Demîrtaş

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Çar partiyên Kurd wê destekê bidin Demîrtaş
Share on FacebookShare on Twitter

Çar partiyên siyasî yên Kurdistanî biryar dan ku di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de destekê bidin namzetê HDP’ê yê Serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş.Tevgera Azadî, PAK, PDK û PSK’ê bi navê “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” daxuyaniyeke nivîskî weşandin.Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî diyar kir, wan hewl dane tifaqeke hilbijartinê ya berfireh ava bikin û bang li dengdêrên xwe kir ku di tûra yekemîn de dengê xwe nedin namzetên serokkomariyê yên Tifaqa Cûmhûr û Millet.Tifaqê ragihand, Erdogan partiya wî li polîtîkya berê ya dewletê vegeriya ye û mafên bingehîn ên Kurdan weke gefekê li dijî “Siberoja Dewletê” dibîne.Di daxuyaniyê de hate gotin, “Nêzî du sal in AK Partî li ser meseleya Kurd, der barê maf û azadiyan de gotineke bi tenê jî negotiye. Li şûna vê yekê pesnê xwe bi operasyonan û kuştinê dide.”Tifaqê bal kişand ser gotin û polîtîkayên AKP’ê yên ku Başûrê Kurdistanê biçûk dixînin û di êrîşên dagirkeriyê yên dijî Efrînê de jî bi zimanekî siyasî yê ku pesnê xwe bi hejmara kuştiyan dide, axivî.Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “gotinên AKP Partî yên niha û beyannameya wê ya hilbijartinê nîşan didin ku wê siyaseta xwe ya tirsnak bidomîne.”Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî got, “Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe di hilbijartina Serokkomariyê de dengê xwe nede Erdogan ku polîtîkaya fermî ya înkar û asîmîlekirina Kurdan bi rê ve dibe.”Tifaqê xwest, li derveyî Demîrtaş deng ji namzetên din re jî neyê dayin û got, “Ev helwesta me wê zemînekê amade bike ku di tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de destê Kurdan xurtir bibe û Kurd bi rola diyarker rabin.”Tifaqê biryara xwe ya ji bo destekkirina Demîrtaş wiha dewam kir: “Tevî hemû kêmasî û şaşitiyan jî, di hilbijartina Serokkomariyê de em ê dengê xwe bidin Selahattîn Demîrtaş ku mexdûr e.”
Li ser hilbijartina parlamenteriyê jî tifaqê diyar kir ku ew bawer in, endam û alîgirên wan wê bi hişmendiya Kurd û Kurdistanî, bi hesasiyeta neteweyî dengê xwe bidin û got, “Bi vê bîr û baweriyê, di hilbijartina parlamenteriyê de endam û alîgirên me azad in.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.