Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan li ber ketinê ye

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Erdogan li ber ketinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Namzetê Serokkomariyê Selaheddîn Demîrtaş ji bo Erdogan got, “dema wî zêde nemaye” û destnîşan kir ku guhertin şert e û ev jî nêz e. Demîrtaş diyar kir, dagirkirina Efrînê û tifaqa bi MHP’ê re wê tercîha Kurdên AKP’yî jî biguherîne.
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selaheddîn Demîtaş bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên rojnameya Italî Corrîere della Sera.
Demîrtaş li ser pêvajoya kampanyayê got, “Mesele ne ew e ku tenê nikarim dengê xwe bigihînim û nikaribim derkevim ber gel. Ji namzetên din ji hêla reveberina kampanyayê ve bi dezavantaj im. Lê min hay ji vê hebû û bûme namzet. Ji bo min, ji bo Kurdan, ji bo hemû çewisandiyên vî welatî ti tişt jixwe heta niha ne hêsan bû. Ango têra xwe bi tecrûbe me, heta roja hilbijartinê li gel astengiyên fizîkî yên girtîgehê jî heta ku ji destê min were ez ê kapmanyaya xwe rê ve bibim.”

JI BO ERDOGAN KETINÊ DEST PÊ KIR

Li ser pirsa, ‘Erdogan ji te re terorîst dibêje, tu çi dibêjî?’, Demîtaş got, “Erdogan jî zane ku ez ne terorîst im. Derdê wî ew e ku bi kampanyayeke lincê ya li ser min dixwaze perikên xwe binepixîne. Lê êdî çi jî bike nikare wan perikên xwe binepixîne. Ji bo Erdogan ketinê ji mêj ve dest pê kiriye.”
Li ser pirsa ‘Heke nemînî tûra duyan hilbijêrên wî wê çi bikin’ Demîrtaş got, “Ez dixwazim bimînim tûra duyan û ji bo vê dixebitim. Hilbijêrên min jî destekê didine min. Lê wiha bibêjim; HDP’yî bi çarçoweya rêgezên xwe wê tercîha xwe li ser demokrasiyê bikin.”
Demîrtaş got: “Ji her demê zêdetir bi hêvî me. Dema ku hêviya we nema divê hûn dev ji siyasetê biqerin. Li gel ku rewşa ku hikûmetê li welêt çêkiriye ji, dema ku mirov li gel dinere, ez dikarim bibêjim, ti sedemek tine ku em hêvîşikestî bibin. Guherînek şert û ev pir nêz e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.