Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Emê heta dawî li ber xwe bidin

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Emê heta dawî li ber xwe bidin
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Kobanê derbarê zext û zordestiyên dewleta tirk ên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê bertekên xwe nîşan dan û gotin: “Dewleta tirk çi dike bila bike em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Gef û gurên dewleta tirk ên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe. Têkildarî mijarê Jinên Kobanê diyar kirin ku Gelê Kurd hêza xwe ji dîroka xwe û çanda xwe ya kevnar digire û tu kes nikare wan têk bibe û gotin: “Bila Erdogan destên xwe ji ser me û zarokên me rake. Kes nikare me û zarokên me ji hev qut bikin. YPJ/YPG zarokên me ne kes nikare me û wan ji hev biqetîne.”
Dayika bi navê Beyaz Beşardes anî ziman ku tu kes nikare Gelê Kurd ji hev biqetîne û got: “Em dev ji zarokên xwe û axa xwe bernadin. Em ê heta dawî bi zaroken xwe re li dijî pergala faşîst berxwe bidin. Em ê heta mirinê li ser axa xwe bin û ber xwe bidin. Dewleta tirk bi gef û êrişên xwe nikare gelê Kurd ji hev qut bike.”
Alîya Bakî diyar kir ku ew nahêlin dewleta tirk sînorên wan derbas bike û got: “Em baweriya xwe bi şervanên xwe YPJ/YPG’ê tînin. Em baweriya xwe bi hêza xwe tînin. Loma dê gef û êrîşên Erdogan ên li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê vala derkeve. Bila artêşa tirk ji axa Başûr jî derkeve. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê em ê xwe biparêzin û rê nedin dagirkeran. Em hêvî û baweriya xwe tu carî winda nakin, em ê bi ser bikevin.”
Her wiha Zelîxa Xelîl jî da zanîn ku ew stuyê xwe li ber gefên Erdogan natewîne û got: “Gelê Kurd ji gef û êrîşên Erdogan natirse. Em dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa xwe qebûl nakin û em ê li dijî vê neheqiyê heta dawî berxwe bidin.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.