Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Festîvala Fîdan Dogan li Parîsê pêk tê

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Festîvala Fîdan Dogan li Parîsê pêk tê
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Kurd ên li Fransayê wê 17’ê Hezîranê roja Yekşemê 2. Festîvala Jinê ya Fîdan Dogan lidarbixin. Festîvala wê bi şiyara “Azadiya jinê li dijî qirkirina jinê” ji bo bîranîna Fîdan Dogan pêk were. Festîval ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd ve tê organîzekirin.

Jinên Kurd ên li Fransayê wê 17’ê Hezîranê roja Yekşemê di 2. Festîvala Jinê ya Fîdan Dogan (Rojbîn) de li hev bicivin.
Festîvala ku bi şiyara “Azadiya jinê li dijî qirkirina jinê” ji bo bîranîna Fîdan Dogan (Rojbîn) tê lidarxistin, wê 17’ê Hezîranê li Parîsê li Parka Creteil Pompadour Val De Marne pêk were.
Festîval ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Nûnertiya Navneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd ve tê organîzekirin. Parlamentera Partiya Komunîst a Fransayê Marie Georges Buffet, Senatora Val De Marne Laurence Cohen, Hevseroka Meclîsa Herêmê Nathalie Dinner û Seroka Komeleya France-Kurdistan Sylvie malovaniyê ji festîvalê re dikin.
Ji bo festîvalê bangawaziyek hate weşandin û gelek siyasetmedarên jin ên Fransî û saziyên jinan mohra xwe danîn binî. Çend ji kesayet û saziyên mohra xwe danîne binê bangawaziyê: Senator Christine Prunaud, Sekretera Neteweyî ya Partiya Çep Corinne Morel Darleux, Koordînatora Partiya Çep û yek ji nûnerên şaredariya Parîsê Danielle Simonnet, Sekretera Neteweyî ya Partiya Çep Laurence Pache, Berpirsyara Champigny a Partiya Kesk, Meşa Jinê ya Cîhanê, Koordînasyona Jinê ya Neteweyî ya Fransayê, Jinên Piştevan, Jinên Tamîlî, Kolektîfa Amazing, Tevgera Aştiyê, Tevgera Biratiya Gelan a li dijî Nîjadperestiyê, Komeleya Piştgiriya Jinan bi Kobanê re, Yekîtiya Kabîl Fransa, Tevgera Komunîstên Ciwan a Fransayê, Sendîkaya CNT, Koordînasyona Ermenî ya li Fransayê û Sendîkaya Solidaire.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên Kurd parêzvanên azadiya jinên cîhanê ne û ev bang hate kirin: “Fîdan Dogan (Rojbîn) 9’ê Çileya 2013’an il navenda Parîsê ji aliyê servîsa veşartî ya Tirk ve tevî du hevrêyên xwe Sakîne Cansiz û Leyla Şaylemez hate kuştin. Heta bê kuştin, ji bo rizgariya gelê xwe têkoşiya. Tevî şerê demdirêj jî, jinên Kurd berxwedêrên civaka demokratîk, femînîst û ekolojîk in.”
Di bangawaziyê de Marielle Franco ya ji Brezîlyayê û Berta Caceres a ji Hondûrasê bi rêzdarî hatin bîranîn û hate gotin, têkoşîna ronahî û edaletê ya jinan pîvana bingehîn a festîvalê ye.
Ji bo festîvala ku wê 17’ê Hezîranê roja Yekşemê pêk were ev bang hate kirin: “Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo xurtkirina piştevaniya jinan a navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê û xwedî li festîvalê derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.