Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi saza xwe tedikoşe

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Bi saza xwe tedikoşe
Share on FacebookShare on Twitter

Di civakên bindest û feodal de herî zêde mafên jinan tê binpêkirin. Ji hûnerê heyanî aboriyê her qadeke jiyanî ji jinan re mîna şerim tê dîtin. Li hemberî vê hişmendiya baviksalar Maşallah Işik serî hilda û niha bi sazê xwe tedikoşe.
Di civakên feodal de jin ji her qadên jiyanê hatine dûrxistin û gelek ji van qadan jî ji jinan re mîna qedexe û şerimê hatiye dîtin. Jina bi navê Maşallah Işik(40) jî yek ji wan jinan e. Maşallah a ku ji saz û hûnerê gelek hez dike, lê ji ber ku civak şerim dibîne piştî temenekî şûnde xwe digihîjîne mîrazê xwe û niha li Navenda Çand û Hûnera Notaya 8’êmin bi bi lêdana sazê xwe li hemberî hişmendiya baviksalar tedikoşe.

EZ BI SAZA XWE TÊDIKOŞIM

Maşallahê anî ziman ku jin di civakê de her tim wekî kesên dûyemîn hatine dîtin û got ku li hemberî vê hişmendiyê bersiva herî xurt têkoşîn e û wiha axivi;”Min ji zarokatiya xwe heyanî niha her tim dixwast ez li sazê bidim. Kêfa min pir zêde ji hûnerê re tê. Ji zarokatiyê heyanî niha mereqa min a li hemberî hûnerê gelek hebû. Civaka ku ez tê de dijiyam, pir zêde feodal bû. Li gorî wan jin piştî mêr dihat û her daxwaziyek jinê jî diviya mêr biryar bida. Bi rastî ne tenê hûner di her qadên jiyanê de jin tên çewisandin û bindest tên hişitin. Jinên ku li gorî daxwaziyên mêr dijîn, ew li gorî civakê jinên herî jêhatî û serkeftî ne. Bi rastî min di zarokatiya xwe de dixwast ez saz lê bidim. Lê dîsa jî li hemberî hemû şerimdîtin û astengiyên civakê jî min dev ji lêdana saz berneda. Niha zarokên min hene. Bi piştgiriya hevjînê xwe ez niha xeyala xwe ya zarokatiyê li vir pêk tînim. Ez bi sazê xwe tedikoşim û nîşanî didim ku jin dikarin her tiştekî bikin. “

DIVÊ JIN LI BER XWE BIDIN

Maşallahê di berdewamiya axiftina xwe de bang li jinan kir ku di jiyanê de tu car bêhêvî nemînin û wiha domand:”Gava ku ez li sazê didim ez gelek kêfxweş dibim. Her tim hevalên xwe yên jin kom dikim û em bi hev re bi kelecaneke mezin li sazê didim. Ev yek min gelek kêfxweş dike. Saz giyanê mirov sivik dike. Mirov gava kêfxweş be jî û xemgîn jî be dikare li sazê bide. Bavê min digot ‘Jin nikare li sazê bide, ev ne karê jinan e’. Lê min ev qebûl nekir û ez niha li pey xeyalên xwe me. Heyanî cîranên min jî ji min re dibêjin ku tu xwedî 2 zarokanî şerme tu diçî perwerdehiya sazê, li malê karê xwe bike. Ji me re wisa dibêjin lê ez ê bi hûnera xwe vê hişmendiyê biguherînim. Ez li sazê didim û ez ê heta dawiyê jî lê bidim. Divê em jin her qadên jiyanê bi rengê xwe bixemilîn û li hemberî hişmendiya ku dibêje ‘Jin nikare’ li berxwe bidîn.”…Zeyneb Tûrgut-JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.