Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca me rizgarkirina welatiyên herêmê ye

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Armanca me rizgarkirina welatiyên herêmê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah anî ziman ku hemleya Bagera Cizîrê berdewam dike û şer di navbera QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de didome. Lîlwa wiha got, “Çeteyên DAIŞ`ê bi êrîşên dijber hewld didin li pêşiya pêngavê asteng bikin. Gel weke mertalên zindî bikar tînin. Û destûr nadin gundiyan ku ji gundên xwe derkevin. Lê hêzên bi operasyonên taybet sivîlan rizgar dikin.”

Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah anî ziman ku hemleya Bagera Cizîrê berdewame û şer di navbera QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê bi dijwarî didome.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di çarçoveya paqijkirina sînorê Sûriyê û Iraqê û gundewarên Hesekê ji çeteyên DAIŞ`ê destpê kiribû didome. Lîlwa Abdullah anî ziman ku pêngav didome û hedefa wan a yekemîn rizgarkirina şêniyên herêmê ye.
Lîlwa Abdullah têkildarî pêngavê agahî da û got: ˝Pêngav ji du baskan dest pê kiriye. Baskê rojhilat û baskê rojava. Heyanî niha hêzên me yên baskê rojhilat 9 km bi pêşve çûne û baskê me yê rojava jî 13 km bi pêşve çûne. Heyanî niha gundê Til Hemîdî, Sefyan, Mezar Xebrî, Hicle, Şemas, Murcan, Ewdad û Um Mehfûr hatine rizgarkirin˝.
Lîlwa Abdullah anî ziman ku li herêmê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şer dijwar qewimî ye û wiha berdewam kir: ˝Di şer de çeteyên DAIŞ`ê li hemberî hêzên me çekên navîn û giran dide bikaranîn û heyanî niha hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û gelek dîl ketine destê me, 5 tunelên wan hatine dîtin. ˝
Têkildarî rizgarkirina sivîlan jî Lîlwa Abdullah wiha got: ˝Hêzên me yê taybet ên girêdayî QSD`ê ji bo rizgarkirina şêniyên herêmê riyên taybet vekirin. Di wan riyên taybet de hejmareke mezin ji sivîlên herêmê ku çeteyan ew weke mertalên zindî bikardianîn, hatin rizgarkirin˝.
Lîlwa got: ˝Çeteyên DAIŞ`ê bi hemû rê û rêbazan dixwazin li pêşiya pêngavê bibin asteng, destûr nadin gundiyan ku ji gundên xwe derkevin, erebeyên bombebarkirî li hemberî hêzên me bikartînin, li gundan jî mayînên lazer ên zû diteqin datînin û dixwazin li pêşiya pêngavê û rizgarkirina şêniyên herêmê bibin asteng.”
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah di dawiyê de anî ziman li hemberî mayînên lazer ên çeteyên DAIŞ`ê ekîbên rakirina mayînan derketine û jiyana sivîlan diparêzin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.