Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin bi keda xwe diafirînin

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Jin bi keda xwe diafirînin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek saziyên aboriyê û qadên jiyanê yên ji bo pêşketina jinê û civakê hatin avakirin. Yek ji van qadan sûka jinê ya Dêrikê ye. Jinên ku li sûkê dixebitin tînin ziman ku bi saya sûka jinê hem afirîneriya xwe pêş dixin hem jî di warê aboriyê de li ser piyan dimînin.
Jinên Rojavayê Kurdistanê di her qadên jiyanê de cihên xwe digirin û xwe pêş dixin. Jinên ku bi rengekî xweser li sûka jinan a bi navê Pepole ya Dêrika Kantona Cizîrê dixebitin tînin ziman ku ew hez dikin heta dawî bi keda xwe li ser piyên xwe bisekinin.
Li Sûka ku ji 21 firoşgehan pêk tê û 18 jin lê bazirganiyê dikin, gel bi awayekî kêfxweşî dan û sitendina xwe dikin û jin jî hem ji alî moral hem jî ji aliyê aboriyê li ser piyan disekinin. Jina bi navê Felek Îbo ku li sûka jinê dixebite diyar kir ku ev proje ji bo jinan sûdek mezin e û got: “Em wekî jin li vê sûkê hem xizmeta gelê xwe dikin û di heman demê de jî em li ser piyên xwe disekinin. Em wekî jin li vir piştgiriyê didin hev û li ser piyên xwe disekinin.”
EM WEKHEV DIJÎN
Behiya Remedan anî ziman ku ew hemû jinên ku li sûka jinê dixebitin cudatiyê naxin navbera hev, li sûkê jiyanek wekhev dijîn û got: “Em li sûke bi hezkirinek mezin û nêzikatiyek wekhev bi hev re dixebitin. Em li vir jiyanek wekhev ava dikin ku em ji civakê re bibin mînak.”
DIVÊ JIN XWEDÎ HÊZ BIN
Heyifa Ebdil Hemîd diyar kir ku ew li sûka jinê bi kêfxweşî dixebitin û got: “Em li vir wekî jin ji derûnî û ji rewşa hev fam dikin û em piştgiriyê didin hevdu. Loma ev sûk ji bo aborî, jiyanek hevpar sûdek mezin e. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo di warê aboriyê de li ser piyan bisekinin, bixebitin.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.