Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta rizgarkirina Efrînê wê têkoşîn bidome

14/06/2018
in Uncategorized
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên Efrînê di pêvajoya duyemîn a hemleya `Ji bo jinên Efrînê serî hildin` destnîşankirin ew ê heyanî Efrîn rizgar bibe li hemberî dagirkeriyê têbikoşin.
Kongreya Star pêvajoya duyemîn a hemleya `Ji bo jinên Efrînê serî hildin` bi riya daxuyaniyekê bi dawî kir.
Bi dehan jinên navçeya Fafînê ya kantona Şehba li hevdû kombûn û daxuyanî bi zimanê erebî, kurdî û ingilîzî xwendin. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Henîfe Xelîl bi zimanê kurdî, Emîne Osman bi zimanê erebî û Neda El-Hisên bi zimanê ingilîzî ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
˝Efrîn ji destpêka aloziya Sûriyê ve hemû pêkhateyên Sûriyê hembez kir û bû herêmeke bi ewle ku koçber lê diman. Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kir. Di encama êrîşê de bi hezaran şêniyên Efrînê 18`ê adarê 2018`an neçarî koçberiyê bûn.
Niha li Efrînê kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gelê Efrînê didomin. Tirkiyê malbatên Xûta li Efrînê bi cih kir û niha ew malbatên ku dixwazin vegerin herêmên xwe gundewarên Şamê, Tirkiyê destûr nade wan ku vegerin. Tirkiyê dixwaze guhertineke demografî li herêma Efrînê pêkbîne.
Li gorî belgekirina Rêxistinên jin ên Bakurê Sûriyê û Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 145 jin hinek ji wan kuştin, hinek birîndar û hinek jî hatine revandin. Ji 20 Çile heyanî meha nîsanê 99 di şer de birîndar bûn, 28 jin şehîd bûn, 5 jin rastî destdirêjiyê hatin, 12 hatine revandin û 1 jin hatiye kuştin.
Em weke jinên ku di encama dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de me gelek ziyan dît em ji Netewên Yekbûyî dixwazin ku destwerdana Tirkiyê bike û wan ji xaka me derxîne, her wiha em bang li rêxistinên jin û rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku mafên jinên Efrînê biparêzin û dawî li kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê bînin.
Em bang li dadgehên navnetewî dikin ku sûcên Tirkiyê û kiryarên wê li ser gelê Efrînê belge bikin, jinên cîhanê jî mafên jinan bixwazin û li hemberî dîktatoriya Tirkiyê û hikûmeta wê bisekinin.
Em ê têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê berdewam bikin, em xwediyê axê ne û Efrîn dê ya xwediyê xwe be.˝

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.