Rewşenbîrên Efrînê yên koçberî Şehba bûyîn, li bajarokê Til Rifet pirtûkxaneyek vekirin. Armanca vekirinê ew e ku çanda xwendinê di nava civakê de belav bikin.
Piştî xebata du meh û nîvê ji bo komkirina pirtûkan, berpirs û çavdêrên pirtûkxaneyê bi merasimekê Pirtûkxaneya Navenda Zanist û Ronakbîriyê vekirin.
Bi dehan welatî tevî nûnerên sazî û meclisên herêmî yên bajarokê Til Rifet li kantona Şehba tevlî merasima vekirinê bûn.
Di merasimê de damezrînerê pirtûkxaneyê Mihemed Mihemed spasiya kesên beşdaran kir û wiha got: “Armanca me ji vekirina pirtûkxaneyê ew e ku çanda xwendinê û ronakbiriyê di nava civakê de belav bikin. Lewre civak bi xwendinê bi pêş dikeve û armancên xwe bi cih tîne.”
Herwiha ji damezrînerên pirtûkxaneyê Xelîl Hibo bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin pirtûkxaneyê û wiha got: “Divê civak û bi taybetî ciwan berê xwe bidin pirtûkxaneyê da çand û fikirê dewlemend bistînin û bikarin bi riya wê xwe û civakê pêş bixin.”
Di pirtûkxaneyê de nêzî 400 pirtûkên siyasî, çîrokên cîhanî, pirtûkên zanistî û hwd hene. Berpirsên pirtûkxaneyê diyar kirin ku hewl bidin jimara pirtûkan zêde bikin.
Sadik Berekat, Mihemed Mihemed û Xelîl Hibo damezrînerên pirtûkxaneyê ne û ji bajarê Efrînê ne. Hemûyan jî zanîngeh qedandiye. Hina beşa qanûna navneteweyî qedandiye, hin jî lêkolînerên dîrokî ne.