Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê du kesên din Koronavîrûsê ketine.
Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku li Hesekê jinek û li bajarê Dêrikê jî jinek bi nexweşiya Koronavîrûsê (Covid-19) ketine. Herwiha da xuyakirin ku her du jinên bi nexweşiyê ketîn di binê çavdêriya tibî de ne.
Desteya Tenduristiyê berî niha ragihandibû ku 6 kes bi Koronavîrûsê ketine. Bi vî awayî jimara kesên li herêmên Rêveberiya Xweser bi Koronavîrûsê ketîn bû 8.