Rojnameya Ronahî

Şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasil hatin bîranîn

Komîteya Koçberên kantona Şehba yên li bajarê Minbicê, bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasil bîr anîn.

Bi pêmana salvegera 7’an ya komkujiya li Til Eran û Til Hasil yên bakurê bajarê Helebê, Komîteya Koçberên kantona Şehbayê ya li Minbicê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewleyiyê hat kirin ku ji bo cezakirina sûcdarên komkujiyê derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de komîteyeke lêpirsînê were avakirin.

Di daxuyaniyê de hat bîrxistin ku 7 sal di ser komkujiya Til Eran û Til Hasil re derbas bûn, lê mîna ku ew komkujî doh çêbûbe em bîr tînin. Wan rojên reş bi êrişên DAIŞ, El-Nusra û Meclisa Leşkerî ya Helebê 27’ê Tîrmehê li dijî mizgeftekê dest pê kir. Bi mîkrofonê mizgeftê bang kirin, gotin; jin, zarok û pereyên we ji me re helal in, teslîm bibin. Şêniyên her du gundan zêdeyî 50 şehîd dan. Pişt re cîhanê rastiya kesên digotin, em ji bo rizgarkirina dînê xwe hatine, nas kir. Lê bi cenazeyên şehîdan listin, nehiştin di goran de werin veşartin, jin, zarok û extiyar girtin û milkên wan talan kirin û dizîn.”

Herwiha hat gotin sûcên li dijî Til Eran û Til Hasil hatîn kirin îro li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dûbare dibin.

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewleyiyê hate kirin ku derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de komîteyeke lêpirsîn ava bikin û kesên li pişt van sûcan eşkere bikin û darizînin.