Partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî hewldanên dagirkeriya dewleta Tirk ya başûrê Kurdistanê û her wiha bê helwestiya hukûmeta başûr ya li dijî dagirkeriyê dan û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye. Partiyan got, “Pêwîste li dijî dagirkeriyê yekîtiya kurdan ava bibe
.”Partiyên siyasî yên herêma Germiyan diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ewe ku tevahiya xaka Kurdistanê dagir bike û dan zanîn ku li dijî dagirkeriyê yekîtiya gelê Kurd pêwîste.
Hewldanên dewleta Tirk a dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê didome. Hîn hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nebûye xwedî helwest, lê aliyên siyasî û beşên cuda yên civakê bertekên xwe yên li dijî dagirkeriyê tînin ziman. Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk nûnerên Tevgera Nifşê Nû, Tevgera Goran, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê yên herêma Germiyan nêrînên xwe anîn ziman.
DIVÊ KURD LI BER DAGIRKERIYÊ RABIN
Endamê Encumena Tevgera Nifşê Nû ya herêma Germiyan Karwan Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi nêzîkbûna hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên li Tirkiyê re êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdi
stanê dijwar kir û got; “Dewleta Tirk dixwaze şikestina navxweyî, bi navê şerê terorê heya hilbijartinê veşêre û bi dagirkerina Başûrê Kurdistanê re serketinekê pêşkêşî gelê Tirkiyê bike.”
Karwan Hesen got ku divê hemû Kurd bi rihê yekîtiya neteweyî li dijî vê dagirkeriyê rawestin.
DAGIRKERÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN
Berpirsê Navenda Tevgera Goran ya herêma Germiyan Mihemed Ebdulrehman jî wiha got; “Em bi tundî vê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin. Em binpêkirinekî ne rewa dibînin. Ev binpêkirina mafê neteweya me ye. Nayê qebul kirin.”
Mihemed Ebdulrehman diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkeve û wiha pêde çû; “Ji ber ku bê helwestî wê destkeftiyên gelê me bi xwîna hatî rijandin bi destxistin wê ji dest biçin.”
BILA KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RABIN
Herwiha Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê yê herêma Germiyan Hewrê Cebar eşkere kir ku ev da

girkerî tenê bi aliyekê ve sînordar nîne û wiha got; “Peywendî bi şkandina îradeya Kurdan û dagirkeriya Kurdistanê ve heye. Lewma em bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezar dikin. Em daxwazê ji tevahiya gel dikin ku li dijî dagirkeriyê rabin.”
Hewrê diyar kir ku li dijî dagirkeriyê wê çalakiyan lidar bixin û got; “Li dijî dagirkeriyê bi çalakiyan em bûn xwedî helwest. Me li gel 5 partiyên siyasî çalakî lidar xist. Di bernameya me de heye, em ê rojên pêş, li gel oldaran û pêşmergeyên dêrîn, mamosta, tenduristkaran, rêxistinên medenî û aktîvîstan ên Germiyan çalakiyan li pey hev organîze bikin.”
DIXWAZIN BAŞÛR
DAGIR BIKIN
Berpirsê Encumena Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê ya Kelarê Goran Zehîm jî wiha got; “Dewleta Tirk a

dagirker dijminê hemû parçeyên Kurdistanê ye. Niha dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Bê helwestiya hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê yan ji lawazbûnê yan jî ji ber lihevkirinên veşartî ne. Li dijî dagiriyê pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd heye, hem di asta hizban, hem jî gel de.”…ROJNEWS






