Li Akademiya Şehîd Ehmed El-Salim a QSD‘ê 30 roj berê bi tevlîbûna 75 şervanî dewreya perwerdeyê ya heftemîn bi navê Şehîd Abid Mihsin hatibû destpêkirin.
Di dewreyê de dersên leşkerî û ramyarî hatin dîtin.
Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke leşkerî bi amadebûna fermandarên QSD‘ê hate lidarxistin.
Di merasîmê de endamê fermandariya QSD’ê Ebû Leyla axivî û got: “Perwerdeyên siyasî û leşkerî ji bo şervanan pir girîng e da ku karibin rola xwe ya dîrokî di parastina welat û gel de bilîzin û layîqî xwîna şehîdan bibin. Em ê ji bo parastina welatê xwe di çeperên şer de yek rêz bin û em ê pilan û lîstokên dewletên komploger bi taybet dagirkeriya Tirk vala derxînin”.
Di dawiya merasîmê de şervanan tevlî perwerdeyê bibûn sonda leşkerî xwarin…ANHA






