Li gundê Girbawî yê girêdayî Qamişlo stadeke futbolê bi navê Şehîd Metînbi merasîmekê hat vekirin.
Serokê Komîteya Aborî ya Meclîsa Şaredariya gund Mihemed Xelîl û endamê rêveberiya Meclîsa Rojava ya girêdayî Yekîtiya Werzîşê Fecîlî Cima di merasîmê de axivîn.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku armanca vekirina Stadê, geşkirina hemî çalakiyên ciwana ye. Her wiha axavtivanan spasiya xebatên şaredariyê kirin.
Pişt re Koma “ Kulîlkên Girbawî” ya girêdayî Navenda Çand û Huner a gund dîlanên xwe yên folklorî pêşkêş kir.
Roja yekemîn a vekirinê bi maçek di navbera tîma Asayîşa Girbawî û tîma Asayîşa xetê gundan dest pê kir…ANHA






