Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dawî li dagirkeriya Tirk li Efrînê bînin

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Dawî li dagirkeriya Tirk li Efrînê bînin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê bi daxuyaniyekê bang li Yekîtiya Ewropa, Konseya Bilind a Koçberan û rêxistinên navnetewî kir ku bi erka xwe rabin û berpirsyariya xwe ya ji bo gelê Efrînê yê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk koçber bûne bi cih bînin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê bang li Yekîtiya Ewropa, Konseya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên navdewletî kir ku erka xwe ya hemberî şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin bi cih bînin û dawî li dagirkeriya Tirk ya li Efrînê bînin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê derbarê mijarê de daxuyaniyek li Kampa Berxwedan da. Daxuyanî bi beşdarbûna nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê, rêveberên komînan û endamên meclîsan û endamên Kongreya Star hate xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorist êrîşê Efrînê kirin welatiyên sivîl berê xwe dan kantona Şehbayê. Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan hemû cûreyên çekan bikar anîn û ew neçar kirin ku ji warê xwe derkevin.
Welatiyan li kantona Şebayê ku derfetên herî kêm ê jiyanê lê nayê peydakirin, jiyana xwe dewam kirin. Di xaniyên hilweşiyayî, mayînkirî û kampan de bi cih bûn. Kampên li Şehbayê tu piştgiriyê ji tu rêxistinan, an jî ji tu aliyên navdewletî wernagirin. Lê belê bi derfetên xwe yên herî kêm xwe ji sermê û germê diparêzin.
Komplogerên ku bûn sedema derbederkirina welatiyên Efrînê, hê jî pîlanên xwe yên wan jihev qutkirin û derbederkirinê didomînin. Di riya şerê taybet re tirsê di nava welatiyan belav dikin îdayên ji rastiyê dûr da ku berxwedan û tekoşîna wan, her wiha helwesta welatiyan a berxwedanê têk bibin.
Çemberê rojanê li ser kantona Şehbayê hê zêdetir dikin, riyan digrin û rê nadin alavên jiyanî yên pêwîst derbasî herêmê bibin. Di encama van siyasetan de hejmarek welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dan. Beranberî vê yekê rêxistinên mirovî, bêdeng in.
Lewma em bang li Yekîtiya Ewropa, Komseriya Bilind a Koçberan û hemû rêxistinên mirovî dikin ku destwerdanê bikin da ku erka xwe beranberî şêniyên Efrînê yên neçarî derketinê bûne, pêk bînin. Destê alîkariyê dirêjî wan bikin û riya wan ya vegera warên wan misoger bikin, her wiha dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.