Bi nêzîkbûna cejna remezanê re liv û tevgera welatiyan li nava bajarên bakurê Sûriyê zêde buye. Hêzên ewlekariyê jî ji bo ku cejnê tedbîrên xwe zêde dikin. Rêveberiya Navenda Trafîkê ya Tebqa yê ji bo ewlekariya cejnê gelek tedbîran pêş dixe.
Rêveberiya navenda Trafîkê ya girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundrîn a bajarê Tebqayê ji bo pêşwazîkirina Cejna Remezanê gelek plan danîn.
Beşê Trafîkê da ku di rojên cejnê de qelebalixî li bajêr zêde nebe, gelek tedbîr girtin.
Yek ji tedbîrên ku ji aliyê beşê Trafîkê ve bi hevkariya Hêzên Ewlehiya Hundrîn hatin girtin ew e ku hemû riyên sereke yên diçin sûka navendî ya Tebqayê ji erebeyan re hatin girtin û tevgera erebeyan ber bi derveyî bajar û riyên sereke hate derxistin.
Beşê Trafîka erebeyên mezin û motosîkletên ku derbasî sûkê bibin qedexe kir. Ji aliyê din ve jî da ku welatiyan biparêzin gera xwe di nava sûk û kolanan de zêde kirin. Endamên xwe li ser kolanên sereke zêde kir da ku riyeke bi ewle ji welatiyan re peyda bike.
Di vê çarçoveyê de yek ji rêvberên navenda Trafîkê ya Tebqayê Umer Mihemed destnîşan kir ku ji bo ewlehiya welatiyan û da ku qelebalixî di rojên cejnê de li bajar çênebe gelek tedbîr girtin.
Mihemed bang li hemû welatî û ajokaran kir ku li gorî sîstem û pîvanên tirafîkê tevbigerin û bi hevre bibin alîkar da ku tevgera tirafîkê bi awayekî baş derbas bibe…ANHA






