Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di nava avê de bê av hatine hiştin

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Di nava avê de bê av hatine  hiştin
Share on FacebookShare on Twitter

Parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê di warê çavkaniyên avê de gelekî dewlemend e. Lê belê ji ber polîtîka û nêzîkahiyên rêjîma Îranê gelê herêmê nikare ji van çavkaniyan sûd bigire. Lewre bi taybetî di mehên demsala havînê de bê av dimînin û bi tankeran av li wan tê belavkirin.
Li gorî rapora mafê Mirovan ya Kirmanşan, rêveberiya Tehranê heta niha li ser çavkaniyên avê yên Kirmanşanê 9 bendav ava kirine. Her wiha amadekarî tên kirin ku 18 bendavên din bên çêkirin.
Balkêş e ku rêjîm bi riya van bendavan piraniya ava herêmê dikişîne parêzgehên gerim û bê av ên Îranê.
Li gorî rapora Saziya Çavkaniyên xwezayî yên Parêzgeha Kirmanşanê ku di meha Gulanê de hatibû amadekirin; ava bendavên Tekhemam, Azadî, Silêmanşah û Zagrosê pir zêde ye û di serde diçe.
Di heman raporê de tê gotin ku ava bendavan û yên din ji bo parêzgehên gerim û bê av yên Îranê tê şandin. Ji ber vê yekê jî gelê parêzgeha Kirmanşan nikare ji avê sûd werbigire.
Alîkarê Berpirsê Saziya Av û Kanalîzasyonê ya Kirmaşanê Feramerz Şohanî bal kişand ku ji sedî 80’yê ava Kirmanşanê ji bo parêzgehên din ên Îranê tê şandin û ji sedî 20 ji bo Kirmanşan dimîne. Şohanî destnîşan kir ku ev jî têra herêmê nake û da zanîn ku di demsala havînê de ew ji bo 350 gundên Kirmanşahê bi tankeran avê belav dikin…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.