Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hewl didin dagirkeriyê rewa bikin

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Hewl didin dagirkeriyê rewa bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku daxuyaniya endamê polîtburo ya PDK’ê Sefîn Dizeyî, hewldanek rewakirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ye. Komîteyê got, “Yên ku bi salan e dibêjin ‘Bila PKK ji Şengalê ji Başûr derkeve’, rojekê bi tenê jî ji bo dewleta Tirk ne gotine ji Başûrê Kurdistanê derkeve.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê destnîşan kir ku daxuyaniya endamê polîtburo ya PDK’ê Sefîn Dizeyî, hewldanek ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ye.
Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Têkoşîna gelê Kurdistanê ya li çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye û hev xwedî dike. Ev têkoşîn sedema hebûnê ya hemû rêxistinan e û hebûna hemûyan qewîn dike.”
Komîteyê diyar kir ku li Rojhilata Navîn hêzên global û herêmî şerekî giran ê hegemonyayê, gel jî têkoşîneke mezin a azadiyê dikin. Komîteyê destnîşan kir ku dewleta Tirk û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, ji bo Kurd di vê têkoşînê de nebin xwedî maf, azadî û statuyê bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd dikin û wiha dewam kir: “Êrîşên qirkirinê yên beriya niha li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û piştre li Efrînê hatin kirin, ji bo vê armancê bûn. Tifaqa AKP-MHP’ê niha jî ji bo vê armancê dest bi êrîşên dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiriye. Tifaqa AKP-MHP’ê îdîa dike ku ‘armanca van êrîşan Kurd nînin, PKK ye’. Lê belê ev îdîa ji bilî demagojiyek qirêj a mêtingeran nayê ti wateyê. Ji xwe PKK tevgereke ku ji ewladên gelê Kurd ên ji çar parçeyan pêk tê. Gelê Kurd jî bi PKK’ê û saziyên xwe yên siyasî û civakî yên li her parçeyî bûye xwedî îrade. Lewma li kîjan parçeyî dibe bila bibe, êrîş li kîjan tevgereke ku îradeya azadiyê ya Kurdan temsîl dike bê kirin, ew êrîş li dijî gelê Kurd bi xwe ye. Ti demagojiya mêtinger nikare vê rastiyê binixumîne.”

HELWESTA HIKUMETA BAŞÛR ZELAL NÎNE

Gelê me, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên civakî yên li Başûrê Kurdistanê hay ji vê rastiyê hene û bi vê bîr û baweriyê li ber dagirkeriya TC radibin. Piraniya partiyên siyasî bi daxuyaniyên xwe, rêxistinên civakî yên sivîl û gelê me jî bi çalakiyên xwe helwesta xwe nîşan didin. Lê belê ya ku diviyabû beriya her kesî helwesta herî tund nîşan bida hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye. Lê hikumet helwesteke zelal nîşan nade û bi hin daxuyaniyên ku li ser navê wê hatine dayin, êrîşan û dagirkeriyê rewa dike. Daxuyaniya bi navê hikumetê ji aliyê endamê polîtburo yê PDK’ê Sefîn Dizeyî ve hatiye dayin, cihê fikar û gumanan e. Sefîn Dizeyî dibêje, ‘Dewleta TC ji ber PKK’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, lewma divê PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve’. Ev daxuyanî hewldana ku dixwaze êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê rewa bike, mîna tiştekî baş e nîşanî bide û di vê mijarê de têkiliyên xwe yên bi TC re veşêre. Bi vê armancê, qenala televîzyonê CNN Turk a ku şer sor dike anîn Başûrê Kurdistanê, ji bo propaganda şerê taybet kir ku malzemeyan ji xwe re kom bike û li gundê Bermizê jî sifre ji dagirkeran re raxistin. Yên ku bi salan e dibêjin ‘Bila PKK ji Şengalê derkevin, bila PKK ji Başûr derkeve’, rojekê bi tenê jî ji bo TC ne gotine dagirker e, negotine bila tavilê ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Ev yek rewşeke manîdar e. Ev nêzîkatiya ku di şexsê Sefîn Dizeyî de şênber bûye, hem ji aliyê zîhnî, hem jî ji aliyê siyasî ve heqaretek e li her çar parçeyên Kurdistanê, heqaretek e li nirx û dîroka têkoşînê ya Kurdan e. Di vê êrîşê de, ji zerara ku ji ber êrîşê rû didin dijmin berpirsyar nîşan nadin. Radibin gel û rêxistina ku li dijî êrîşan li ber xwe didin berpirsyar nîşan didin. Li gorî vê zîhniyetê, eger gelê Başûrê Kurdistanê ji bo maf û azadiya xwe li ber xwe nedabûya, ne Enfal dihate kirin, ne komkujiya Helebçeyê dihate kirin. Lê belê, xwediyê vê zîhniyetê divê zanibin; eger di dema Enfalê, dema Helebçeyê û dema Raperînê de gelê Kurdistanê li ber xwe nedabûya û berdêl nedabûya, ew bi xwe jî niha tine bûn.

GELÊ BAŞÛR HELWESTA XWE NÎŞAN DA

Pêwîste her kes zanibe, têkoşîna gelê Kurdistanê ya li her çar parçeyan bi hev ve girêdayî ye û hev xwedî dike. Ev têkoşîn hem sedema hebûnê ya hemû rêxistinan e, hem jî hebûna hemûyan qewîn dike. Eşkere ye ku koalîsyona AKP-MHP’ê ya faşîst dijminê hemû rêxistinên Kurdan û gelê Kurd e. Gelê me û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ev rastî herî baş di pêvajoya ‘referandûmê’ ya Başûrê Kurdistanê de dîtin. Ji ber vê yekê, em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê dikin ku li ser bingeha vê rastiyê helwestê li dijî mêtingerî û dagirkeriyê nîşan bide. Gelê me li bendê ye ku ev helwest li dijî dagirkeriyê be, li aliyê berxwedanê be.
Bêguman gelek partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, saziyên jin û ciwanan ên îradeya gelê me yê Başûrê Kurdistanê tesmîl dikin û gelê me bi xwe, li dijî dagirkeriyê helwest nîşan dan. Ev helwest ji bo me gelekî hêja ye. Lê belê qonaxa heyî nîşan dide ku ji nîşandana helwestê wêdetir pêwîstî bi çalakiyan heye. Lewma em bang li hemû hêzên siyasî û civakî dikin ku helwesta xwe tund bikin û çalakiyên xwe geş bikin. Em ê tevî gelê xwe û dostên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwe geş bikin û li ser vê bingehê gelê xwe silav dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.