Cîgirê Sekreterê Encumena Navendî ya YNK’ê Zubêr Osman diyar kir ku YNK piştgiriya xebata rewa ya aştiyane û demokratîk a parçeyên din ên Kurdistanê dike û diyar kir ku helwesta YNK’ê nehatiye guhertin.
Şandeya Rojavayê Kurdistanê ya ji Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Endamê Têkiliyên Doplomasî yê TEV-DEM‘ê Kamîran Mehdî, Hevserokê Nûnertiya Rojava ya Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen û Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Selman Ereb pêk dihat serdana sekreterî û hejmarek endamên Encumena Navendî ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê kir.
Cîgirê Sekreterê Encumena Navendî ya YNK’ê Zubêr Osman, ji ber beşdarbûna li merasîm û taziya Serokê Encumena Navendî ya YNK’ê Adil Mûrad û taziya ji bo li Rojavayê Kurdistanê hatî danîn spasiya şandeya Rojavayê Kurdistanê kir. Herwiha hevkartiya di navbera YNK’ê Rojavayê Kurdistanê û PYD’ê de dubare kir.
Cîgirê Sekreterê Encumena Navendî ya YNK’ê Zubêr Osman diyar kir ku YNK piştgiriya xebata rewa ya aştiyane û demokratîk ên parçeyên din ên Kurdistanê dike û bi taybet Rojavayê Kurdistanê. Osman diyar kir ku wê ev helwesta YNK’ê berdewam bike.
Cîgirê Sekreterê Encumena Navendî ya YNK’ê Zubêr Osman li hemberî dagerikeriya dewleta Tirk bi fikarên xwe anî ziman.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan jî wiha got; “Hevkarî û alîkariya YNK’ê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hizb, aliyên siyasî û xelkê ve cîhê şanaziyê ye. Hêvîdarim ku çawa di şerê li dijî DAIŞ’ê de YNK bi roleke girîng rabû, di piştgiriya şoreş û berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, di vê qonaxa xebatên siyasî û destpêkirina danûstandina de jî YNK rêbaza Celal Talebanî berdewam bike.”






