Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Heftanîn û Xakurkê yên li dijî dagîrkeran de bi qasî hatî zelalkirin 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li navçeya Xîzan y Bedlîsê jî stasyoneke bazê hatiye roxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên li ser çalakiyên gerîla yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenîn ya li dijî hêzên dagîrker yên li Haftenînê kirîn, daxuyaniyek weşandin.
Li gorî daxuyaniya HPGê di rêzeçalakiyên li Heftenîn hatîn kirin de 5 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin û li Bedlîsê jî stasyoneke bazê hatiye roxandin.