Hêzên Asayîşa jin di qadên meydanî û parastina ewlehiya hindiriîn a herêmê de rolek girîn lîstin. Ku ji hişmendiya desthildar û paşvero re teslîm nebûn û li himberî çeteyên DAIŞ’ê di çeperên herî pêş de şerkirin, di encamê serkeftinên mezin bi dest xistin. Ku bi jin di qadan de şer dimeşand, him yê çekî û himjî yê hişmendî dikir û bi lehengî karîbûn ew qalib, doxmatîzmeya bişkînin.
Li ser rol û girîngiya beşdarbûna jin di nav hêzên asayîşê de jinan ji riojnameya ronahî re nerînên xwe anînziman û got: “ Jin bi berdêlên giran parastina xaka xwe kir û di qonaxa şoreşê de ji bi nasnameya xwe yî azad û rêixstinkirin derkete ser dike û dîroka jin bi pênûs û nasnameya jin jinûve hate nivîsandin.”
JİN RÊXİSTİN Û TEVLÎBÛN SÎNORDARA NAKİN
Endma Asayîşa jin Heyfa Ebdo diyar kir ku tevlîbûn û pêşketina jinên Rojava û Bakurê Sûriyê jî xwe di herêmên xwe de sînordar nekirin û wiha got:”Her hewldan ku xwe bighînin hemû jinên cîhan û pêkhateyan. JI ber ku pirsgirêka jinên cîhanê mîna pirsgirêka xwe dibînin, JI bo wê her hewldanên ku civakê de asta hişmendiyê, têgihiştî, çandî û rizgarkirin. Ji bo wê di avakirin û rêvebrina civakê de jin xwedî rolek serekeye, ev hemû jî di encamê analîz û felsefeya Rêbertî ye ku dibêje “Heya jin azad nebe civakazad nebe”.
PARSTİN ERKEKÎ GİŞTÎ
YE
Heyfa Ebdo da zanîn ku bi hizkirin û girêdna bi xak û rêhevaltî heya niah em tekoşîna xwe ya di nav hêzên asayîşê de dewam dike û Heyfa bi dawî kir: “Rol û girîngiya jin di asayîşê girînge, ji ber berî her tiştî pêwîste di milê leşkerî û civakî de jî mirov xwedî tyabetmendiyên welatparêzî, rêvebirina azad û xwe rêxistin kirin be, da ku di hemû qadna de çalak be. Her wiha di parastin û ewlehiyê de tenê dimilê mêr de sînorda nîne, ji ber ku ev dozek giştî û civakî ye jî. Avakirina civakek exlaqî û polîtîk û azadiya zayendî encex bi tevlî bûn û çalakirina jin çêbibe.”
HER DÛ CİNS HEV TEMAM DİKİN
Salîha Mihemed jî got: “Di hemû qadên jiyanê û taybet leşkerî de herdû cins jin û mêr di hev temem dikin. Çi di bendê kontrol û çeperan de jî mil minl xebat didin meşandin û tekoşnîê dekin. Ji ber ez di riya xebatê xwe de yê di nav hêzên asayîşê de, ketim wê ferqê ku ji bo parastin û pêşxistina civaka xwe xwedî wê hêzême û dikarim bikim.”
Salîha Mihemed wiha bi dawî kir: “Ji bo aramî û azadiya jin emê her asta tekoşîna xwe xurtir bikin û xeta şahîdên xwe biparêzin, da ku em layîqî van berdelên giran û biha bin.”
Melek DEMÎRTAŞ






