Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîş ne li dijî PKK’ê, li dijî gelê Kurd e

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Êrîş ne li dijî PKK’ê, li dijî gelê Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Çavdêrê siyasî Mehemed Emîn Pencewînî têkildarî hewldanên dewleta Tirk ya dagirkirina başûr axivî û diyar kir ku pêwîste Parlamentoya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên kurd bibin yek, helwest nîşan bidin. Pêncewînîn got, “êrîşên Tirkiyê ne tenê li dijî PKK’ê ne, li dijî doza rewa ya Kurd e.”

Mehemed Emîn Pencewînî diyar kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Kurdistanê ye û dema dagir kir bi hêsanî jê dernakeve, lewma pêwîste Parlamentoya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî yên kurd bibin yek, helwest nîşan bidin.
Çavdêrê siyasî Mehemed Emîn Pencewînî têkildarî hewldanên dagirkeriyê ku Tirkiye li hemberî Başûrê Kurdistanê dimeşîne, axivî.
Mehemed Emîn Pencewînî bibîr xist ku dîrokek kevin a dagirkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê heye û got: “Zêdetirî 15 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hene. Ev du sal e jî hêza xwe û saziyên xwe yên sîxurî di nava herêmê de zêde dike. Armanc jê ew e ku li Herêma Kurdistanê bicîh bibe û bi hêsanî jî dernakeve.”

ARMANC TEVAHIYA KURDISTANÊ YE

PÊncewînî da zanîn ku dîmenên leşkerên Tirk ku li gundên Başûr hatine kişandin û belavkirin, peyamekê didin û Tirkiye dixwaze bêje, “Me ev welat dagir kiriye û kesek nikare rêya me bigire.”

DIVÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

Emîn PÊncewînî destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê ne tenê li dijî PKK’ê ne, li dijî doza rewa ya Kurd e, lewma divê hemû aliyên siyasî helwest nîşan bidin û wiha dewam kir: “Divê li hemberî dagirkeriyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê bicive û helwesta xwe nîşan bide. Herwiha pêwîste helwesta hemû hêzên siyasî ên Kurdistanê hebe.”
Pencewînî, hêvî kir ku hewldanên dagirkeriyê yên Tirk hêzên siyasî yên Başûr di heman eniyê de bighijin hev û got: “Mixabin li Başûrê Kurdistanê di nava aliyên siyasî de ne wekheviyek mezin heye. Bila ev dagirkerî bibe derfetek ji bo yekîtiya nava aliyên siyasî û bi hevre daxwazê ji hêzên navnetewî bikin ku Tirkiye ji xaka Herêma Kurdistan bê derxistin, dawî li dagirkeriyê bê anîn.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.