Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şengalê perwerdeya jinên mamoste

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Şengalê perwerdeya jinên mamoste
Share on FacebookShare on Twitter

Perwerdeya birdozî ya 15 rojan li Akademiya Şehîd Binevş a Şengalê dihat dayin bi dawî bû. Di perwerdeya birdoziyê de deh mamoste hatin perwerdekirin. Her wiha bi munasebeta bidawîbûyina perwerdeya birdozî şahiyek hat lidarxistin.
Perwerdeya birdozî ya 15 rojan li Akademiya Şehîd Binevş a Şengalê dihat dayin bi dawî bû. Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîda Şengalî û mamosteyên ku beşdarî perwerdeyê bûn, dan zanîn ku perwerdeya birdozî ji bo pêşketina jinê û civakê gelek girîng e, divê perwerde her dem bê dîtin.
Ferîda Şengalî bal kişand ser tevgera têkoşîna jiyanek azad û got: “Em gelek kêfweş in ku jinên Êzidî beşdarî perwerdeyê dibin û xwe pêş dixin. Perwerde wekî av û nan girîng e divê em ji bo her qada jiyanê perwerdeyê bibînin û girîngiyê bidin perwerdeyê. Em ê li ser esasên fikir û ramanên Rêber Apo perwerdeyên xwe berdewam bikin.”
DIVÊ PERWERDE TÎMÎ HEBE
Mamoste Sebîha Sebrî ya ku cihê xwe di rêveberiya mamosteyan digire derbarê perwerdeyê de wiha got: “Ev 15 roj in me perwerde dît. Ev perwerde ji bo me gelek girîng bû. Me di perwerdeyê de dît ku ka em ê di civakê de çawa nêzî zarokan bibin û wan perwerde bikin. Girîngiya mamosteyan a di civakê de çi ye, em li ser van esasan sekinî û me gelek feyz ji vê perwerdeyê girt. Ji ber ku di nava civakê de rola mamosteyan gelek girîng e divê mamoste jî her dem bên perwerdekirin.”
PERWERDE JIYANÊ AZAD DIKE
Mamoste Nesrîn Sedo jî wiha got: “ Min jî wekî mamosteyekê di vê perwerdeyê de cihê xwe girt û gelek min feyz ji vê perwerdeyê girt. Di perwerdeyên bi vî rengî de mirov xwe û dîroka xwe nas dikin. Ji ber ku di perwerdeyê de mirov xwe pêş dixin, civak jî bi vî awayî pêş dikeve. Perwerde jiyanê azad û aram dike loma divê em wekî jin girîngiyê bidin perwerdeyê û beşdarî perwerdeyê bibin. Banga min ji hemû jinan ew e ku bê perwerde nemînin.”
MAMOSTE HÊVIYA CIVAKÊ NE
Mamoste Cîhan Elî jî diyar kir ku mamoste hêviya civakê ne û got: “Dema ku ez beşdarî perwerdeyê bûm ez gelek bi kelecan bûm. Piştî perwerdeyê min girîngiya perwerdeyê bêtir fam kir. Ez gelek tişt hîn bûm. Niha nêzikatiya min a li dijî zarok û civakê bêtir guhert. Loma divê em hemû jin bên perwerdekirin ji ber ku jin awêneya civakê ye.”… NûpeldaTêkoşîn/OrîvanEbdo

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.