Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin berê xwe didin Pêşengeha Devoşka

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Jin berê xwe didin Pêşengeha Devoşka
Share on FacebookShare on Twitter

Pêşengeha Devoşka ya ku ji bo welatî kincên hîn erzantir bikaribin bi dest bixin hatiye vekirin rengekî cûda da yê bajêr e. Rêvebera Pêşengehê diyar kir ku Pêşengeha Devoşka di sûkê de xwedî wate û cihekî cûda ye.
Yekîtiya Mamosteyan li Bajarê Til Temir bi alîkariya Mala Koompratîfan pêşengeha Devoşka vekir. Di pêşengehê de cilên zarok û jinan tên firotin. Ev pêşengeh di warê buhabûna kincan de bi erzaniya xwe ji gel re dibe alîkar.
Rêvebera Pêşengeha Devoşka Cîhan Yûnis diyar kir ku Mamoste di avakirina van koompratîfan de rola xwe baş dilîzin û got: ‘’Armanca me wekî mamoste di avakirina vê koompratîvê ew e ku bikaribin bi gelê xwe re bibin alîkar. Rola pêşengeha Devoşka di Sûkê de pir cûda ye. Ji ber ku hemû pêşengeh amûran bi pereyên pir zêde difroşin gel. Lê pêşengeha me rewşa gel li ber çavan digire û bi pereyên kêm kincan difiroşe.’’
Cîhan di berdewamiya axafitna xwe de anî ziman ku erka mamosteyan ne tenê perwerdekirina zarokan e û divê ku civakê jî heşiyar bikin û wiha dewam kir: ‘’Mamosteyên me ji mamosteyên Rêjîmê pir cûda ne ji ber mamosteyên me hem zarokan perwerde dikin û hem jî civakê pêşdixin, hişyar dikin. Avakirina kooperatîfên bi vî rengî aboriya gel û mamosteyan jî hîn xurtir dike.”
Cîhan bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di qadên aborî de bigrin û gotina ku jin nikarin tiştekî bikin vala derxînin.
Hediya Hemîd ku ji bo pêwîstiyên zarokên xwe hatiye pêşengeha Devoşka wiha got: ‘’Ez pir kêfxweşim bi vekirina vê pêşengehê. Ji ber ku bi rastî rengekî cûda dide sûka bajêr. Hin kinc û tiştên din kêm in lê di demên pêş de ez bi hêvî me ku bên temamkirin. Ez bang li her kesî dikim ku werin pêşengeha Devoşka bibînin û ez bawer im dê poşman nebin.’’
Hêjayî gotinê ye ku pêşengeha Devoşka beriya hefteyekê li Til Temirê nû hat vekirin…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.