Thursday, July 23, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tekoşîna Sakîneyan jinan tîne ba hev

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Tekoşîna Sakîneyan jinan tîne ba hev
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo kadroya pêşeng a Tevgera Jinên Kurd û ya PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Swîsreyê Festîvala Jinan hate lidarxistin.

Jin li Zurîhê di Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz a 5’emîn de hatin ba hev. Çalakgera ji Baskê Nekane di festîvalê de axivî û got, “Tişta ku jinan tîne ba hev, têkoşîna Sakîneyan e.”
Ji bo kadroya pêşeng a Tevgera Jinên Kurd û ya PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Swîsreyê Festîvala Jinan hate lidarxistin. Festîvala 5’emîn li bajarê Zurîhê tê lidarxistin.
Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yekîtiya Jinên Kedkar, SYKB, Mor Vereîn Fraûenlesbenkasama, Bewegûng fur Sozîalîsmûs, Fraûengrûppe Medîco Înternatîonal, Solîfon Zurîch, PYD-Jin, Kaffedonne, Babachîncîn, Labyrînthplaz, Fraûenlora, Wîlp Înternatîonal Womens, Fraûen Bundnîs û bi hezaran jin tevlî festîvalê bûn.
Li qada festîvalê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û parlementerên girtî yên HDP’ê û pankartên li ser têkoşîna jinan a Rojava hatin daliqandin.
XWEPARASTIN ŞERT E
Di festîvalê de li ser ‘Jin, şîddet û berxwedanê’ panelek hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, çalakgera ji Baskê Nekane jî tevlî panelê bûn. Di panelê de bal hate kişandin ku divê jin di her şert û mercan de xwe biparêzin. Jinan desnîşan kirin ku li hemberî şîddeta mêran xweparastina jinan gelekî girîng e.
TÊKOŞÎNA SAKÎNEYAN LI HER DERÊ DIDOME
Çalakgera ji Baskê Nekane ya ku ji ber daxwaza hikumeta Îspanyayê di girtîgehê de mabû jî di panelê de axivî. Nekane got, “Heke îro jin dikarin werin ba hev, ev bi saya têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê pêk hatiye. Berdêla wê çi dibe, bila bibe em ê têkoşîna jinan a azadiyê biparêzin.”
DIVÊ EM BIBÊJIN HDP
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê
Besîme Konca axivî û bal kişand ser şîddeta ku li Tirkiyê li dijî jinên HDP’yî tê kirin. Konca qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî kir û wiha got; “Ev hilbijartin wê desthilatdariya Erdogan hilweşîne. Li Tirkiyê alternatîfa hêza demokratîk tenê HDP ye. Ger HDP bendê derbas neke wê çûyin û hilweşîna Erdogan û desthilatdariya wî pêk neyê. Ji ber vê sedemê divê di van hilbijartinan de hemû kes piştgiriyê bide HDP û Selaheddîn Demîrtaş.”
DAHATA FESTÎVALÊ JI BO EFRÎNIYAN E
Wê dahata hemû festîvalê ji gelê Efrînê re were şandin ên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mane ji Efrînê derkevin û li herêma Şehbayê bi cih bûne. Lîstikvanê berê yê Amed Spor Denîz Nakî jî cilên Amed Spor yê ku îmze dike difiroşe û dixwaze destekê bide Efrîniyan.
Di festîvalê de zarok jî nehatin jibîrkirin. Li qada festîvalê ji bo zarokan cihek taybet hate çêkirin û zarokan jî lîstik û çalakî lidarxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.