Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di zargotinên kurdî de felsefeyek kûr heye

12/06/2018
in Uncategorized
A A
Di zargotinên kurdî de felsefeyek kûr heye
Share on FacebookShare on Twitter

Prof. Dr. Celîlê Celîl 82 salî ye û emrê xwe bi berhevkirina zargotinên kurdî derbas kiriye û folklorê wekî jiyana xwe pênase dike. Celîl da zanîn ku di zargotinên kurdî de felsefeyeke kûr heye û her zargotinek dersek e û gelek tiştan hînî mirov dike
Li Pale Hunerê ya Amedê ji aliyê weşanên Wardozê bi tevlêbûna Prof. Dr. Celîlê Celîl bi mijara ‘Li ser folklora kurdan’ panel hat lidarxistin.
Prof. Dr. Celîlê Celîl ji zaroktiya xwe heta niha zargotinên kurdî berhev dike û heta niha têkildarî zargotinan gelek pirtûk çap kirine. Herî dawî weşanên Wardozê pirtûkên Celîl ên bi navê ‘Gotinên Pêşiyan’, ‘Çima Deve Xeyîdî?’, ‘Zargotina Kurdên Sûriyê’ û ‘Sêxiştiyên Kurmancî Xorasan’ çap kirin.
MEREQDARÊ
FOLKLORA KURDÎ
Celîl diyar kir ku Ji zaroktiyê ve mêyla bavê wî li ser zargotin û stranên kurdî hebû û wî çavê xwe vekiriye timî ji bavê xwe stranên kurdî guhdar kiriye. Celîl da zanîn ku dema di sala 1955’an de li Yerîvanê radyoya kurdî vebû bavê wî berpirsyarê radyoyê bû û dema bavê wî di radyoyê de xebitiye di nav 10 salan de 700 stran berhev kirine û birayê wî Ordîxanê Celîl folklorîstekî profesyonel bû. Celîl wiha behsa çîroka xwe kir: “Ez jî meraqdarê berhevkirina folklora kurdî bûm û diçûm gundan. Çi rastî min dihat min dinivîsand. Pey nediketim lewra diviyabû ez bûbûma dîrokzan. Bendên keçikan, gotinên pêşiyan, paşê bû çîrok, bû destan û hemû tişt.”
Celîl da zanîn ku di rêwîtiya xwe ya berhevkirina zargotinan de gava tiştek nû dibhîse, rastî çîrokbêj û dengbêjekî were gelekî kêfxweş dibe û wiha pê de çû: “Ez ferqê danaynim navbera tiştekî mezin û biçûk. Carna gotineke pêşiyan xweşik be, wekî hêjayî 10 çîrokan e. Celîl destnîşan kir ku zargotin wekî ders e, mirov hînî tiştan dike û got: “Dema çîrok û çîvanok taybetiyên xwe hene, hinek hene pir balkêş in û felsefeyeke kûr di wê çîrokê de heye. Carna du rêz gotinberhev dikî û ji wê pirtûkekê çap dikî.”
Prof. Celîl anî ziman ku niha di destê wî de gelek qeydên ku nehatine çapkirin hene û wiha got: “Qeydên di destê min de nayên hejmartir û pir in. Bi ku da çûme min hem nivîsandiye û hem jî qeyd kiriye. Dema derdiketim xebatê min ji sedî 4-5 dinivîsand û ji sedî 95 qeyd dikir û dema vedigeriyam deşîfre û çap dikir.”
Celîl da zanîn ku ji bo berhevkirina zargotinan beriya her tiştî divê mirov bigere û wiha behsa serpêhatiyeke xwe û xwîşka xwe Cemîle Celîl kir: “Ez diçûm Sûriyê û gelek wesfê wan deran dida. Xwişka min Cemîle xwest were wan deran û min got îcar em bi hev re biçin. Em çûn nav koçeran. Îja hez dikir bi kulfetên malên ên emirmezin re xeber bide. Cemileyê bi jinan re pêwendiyeke dostanî datanî û jinên tu caran bi deng nestriye tiştên wisa ji Cemîleyê re distriyan ku qet nehatine bihîstin. Beriya her tiştî divê mirov zargotinan ji windabûnê xilas bike.”
TEKNOLOJÎ DENGBÊJIYÊ KÊM DIKE
Celîlê Celîl da zanîn ku dengbêjî reng û rûyê kurdîtiyê dide xuyakirin û wiha got: “Îro helbet ji ber hinekî dengbêjî kêm bûye. Teknolojî meş û pêşveçûna dengbêjiyê kêm dike. Berê dengbêjên mîr û axayan hebûn lê dîsa di nav gel de digeriyan. Her roj ji bo axa nedistrandin. Divê dengbêj di fikr û jiyana xwe de azad bin. Wê demê qedrê dengbêjiyê gelekî mezin bûye, dengbêj di dîwanê de li jor rûdinişt. Tu diçî nav eşîra Reşkotan stranên wan gişk mane. Çimkî li cem wana hem dengbêjî xurt bûye û hem jî gelek bûyer hatine serê wan. Mêrxasî jî hebûye, neheqî jî hebû ye, kuştin jî hebûye. Stran heye li ser tiştekî netişt bi dehan mêr hatine kuştin. Dibêjin ji bo postê karekê du eşîran ji hev kuştine. Dijminatî hebû ye, postê kar bûye mene û wekî biteqe. Eşîr hene stran çêkirine û gihandine dewra me, lê gelek eşîr jî hene stranên wan negihiştine me.”Celîl destnîşan kir ku kurd bi jiyana xwe bi xwezayê ve girêdayî ne û der barê dengbêjî û xwezayê ev tişt anî ziman: “Salê 5-6 meh em li zozanan dimînin. Li zozanan dema êvaran rûdinên çîrok, stranan dibêjin, şevbihêrkan çêdikin û wisa dema xwe derbas dikin. Li zozanan herkes dengbêj e, deng nexweş be jî bi dilê xwe distrê. Çimkî taybetiyeke sirûştî ye, jixwe tê. Çawa ku tu tî bibî ew jî wisa ye. Gelek dayikên me hene dema kar dikin distrên. Kes ji wan re nabêje bistrên lê ji xwe re distrên û kar dikin. Paleyan stranên rîtmîk pêş ve birine. Mîrkût heye, das heye, kincşûştin heye, hemû ji bo hêsankirina kar e. Gelek cûreyên stranan hene.”Celîl da zanîn ku kurdan bi dengbêjiyê tiştên ku hatine serê wan zindî hiştine û wiha axivî: “Dengbêjî û stranvanî gelek tişt gihandine me. Gelek stran li ser serokeşîran bûye. Her dengbêj li ser axayê xwe gotiye. Hinek herêm hebûne şerê navxweyî gelek bûye. Ez çûme Hekariyê wan deran min ew guhdar kirine rengekî dinê ye. Gelek stran li ser mîrekên Hekarî û Bota ye û bi govendkî distrên. Lê li aliyê Serhedê, Mêrdînê û Sûriyeyê wisa nîne, rûniştine û stran gotine. Ev taybetmendiyên jiyandariya wan e.”Celîlê Celîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ziman nexşeke dîrokî û destanînek e û divê bê parastin. Zengîniya çand û hunera dinê ye. Divê em biparêzin û ne hewce ye hinek ji me re bibêjin biparêzin. “…e-rojname

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe
CIVAK Û JIYAN

Zarokan nekin qurbanên şaştiyên xwe

03/06/2026
PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E
HAJMARA PDF

PÊVAJO, DERFETEKE JI BO DEMOKRATÎKBÛNÊ LI BER DEST E

03/06/2026
Bi kamîreya Solîn Mihemed
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Solîn Mihemed

03/06/2026
 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike
CIVAK Û JIYAN

 31 sal in bi giyayên xwezayî nexweşan derman dike

03/06/2026
10 çiyayên herî bilind di cîhanê de
CîHAN

10 çiyayên herî bilind di cîhanê de

03/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.