Beşdarbûna ciwanên herêmê di nava vê hêzên parastinê de zêde dibe. Piştî gefên êrîşan yên Tirkiyê li dijî bajarê Minbicê hejmara ciwanên ku berê xwe didin navendên Erka Xweparastinê zêde bûye.
Hêzên Erka Xweparastinê ya bajarê Minbicê weke mertala parastina bajêr a ji hemû êrîşên derve re tê destgirtin. Erka xweparastinê erkekî niştimanî, mirovî û exlaqî ye. Parastina welat û saziyên wê li gorî rêgez û nirxên demokratîk, mirovî, parastina civakê, jiyana hevbeş, wekheviyê ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad erka her welatiyekî ye. Li ser vê bingehê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di 2’yê mijdara 2017’an de qanûna pêkanîna erka xweparastinê da.
Piştî ku ev qanûn hate derxistin, ciwanên bajarê Minbicê û gundewarê wê yên ku temenên wan di navbera 18 û 30 salî de ne berê xwe dan navendên Erka Xweparastinê. Ciwanên ku cihê xwe di nava hêzên leşkerî yên weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn de digirin ev qanûn nagire nava xwe. Ji her ciwanekî bi dildarî tê xwestin ku beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bibe û piştî ku deftera xwe ya leşkerî werdigire rasterast derbasî perwerdeyên girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê dibe.
Piştî ku qanûn hate derxistin bi dehan ciwanên bajarê Minbicê û gundewarê wê yên hemû pêkhateyan berê xwe dan navendên Erka Xweparastinê û navên xwe qeyd kirin. Lê hin aliyên derve yên weke dewleta Tirk bi armanca derxistina tevliheviyan derew di nava welatiyên Minbicê de belav dikirin. Van aliyan bi riya belavkirina van derewan hewl dan projeya erka xweparastinê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Demokratîk a Minbicê têk bibin û rê li pêşiya beşdarbûna ciwanan bigirin. Lê ciwanên herêmê li hemberî van komployên Tirkiyê serwext bûn û bi israr beşdarî nava xebatên erka xweparastinê bûn.
Piştî ku hejmara ciwanên beşdar temam bû, Hêzên Erka Xweparastinê Akademiya Şehîd Umer di 22’yê Çileya 2017’an de yekemîn dewreya Erka Xweparastinê di bin navê dewreya Şehîd “Hisên Mihemed” de vekir. Di dewreya ku 45 rojan dewam kir de waneyên leşkerî û fikrî hatin dayîn.
PIŞTÎ GEFÊN TIRKIYÊ BEŞDARÎ ZÊDE BÛ
Akademiya Şehîd Umer Nebo jî amadekariya pêşwazîkirina hejmara duyemîn a hêzên Erka Xweparastinê dike. Serdana ciwanên herêmê di van demên dawî de, bi taybet piştî ku dewleta Tirk gefa êrîşan li bajarê Minbicê xwarin, li navendên Hêzên Erka Xweparastinê zêde bûye. Niha hejmara ciwanên beşdarî Hêzên Erka Xweparastinê ya taybet ya Minbicê bûne 1000 leşker ku ji hemû pêkhateyan pêk tê, derbas kiriye.
Girêdayî mijarê Hevseroka Komîteya Parastin û Xewparastinê ya bajarê Minbicê Şîlan Silêman axivî û behsa qonaxên pêşketina Hêzên Erka Xweparastinê kir. Şîlan diyar kir ku piştî qanûna Erka Xweparastinê li Minbicê derket, ciwanên herêmê bi dildarî berê xwe dan navendên Hêzên Erka Xweparastinê. Niha jî hejmareke ciwanan berê xwe didin Akademiya Şehîd Hisên Mihemed da ku beşdarî dewreyên wê yên perwerdeyê bibin.
Şîlan Silêman di axaftina xwe de diyar kir ku Hêzên Erka Xweparastinê ya Minbicê ti carî destwerdaneke hêzên derve li herêmê qebûl nakin û got: “Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide tevliheviyan li herêmê derxîne. Lê ciwanên herêmê bi van derewên Tirkiyê nayên xapandin û berevajî wê beşdarbûna ciwanan di nava hêzên Erka Xweparastinê de zêde bûye û diyar dikin ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina axa xwe bikin.”
Hevseroka Komîteya Parastin û Xewparastinê ya bajarê Minbicê Şîlan Silêman bang li welatiyên Minbicê û bi taybet ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên erka xweparastinê bibin û bi derewên ku aliyên derve belav dikin neyên xapandin…ANHA






